Komkujiya Parîsê li ber avahiya NY hat protestokirin

Komkujiya Parîsê li ber avahiya NY hat protestokirin

Qetilkirina sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê hat protestokirin. Li Hannoverê jî protestoya "Bêdenga we ji ber hevkariya we ya tawanbariyê ye?" hat lidarxistin.

Komkujiya Parîsê di roja 260ş de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Swîsre Cenevreyê hat protestokirin. Jinên Kurd ên li Cenevreyê dijîn, çalakiya xwe ya her hefte roja Çarşemê lidar dixin, vê hefteyê bi wesîleya roja 260. bi awayekî girseyî pêk anîn.

Di çalakiyê de pankarta li ser wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hebûn hat vekirin û bêdengiya sîstema dadgeriyê ya Fransayê hat şermezarkirin. Çalakî li pêwendiyeke mezin a Cenevreyiyan rast hat.

Ji çalakgeran Hevseroka Meclîsa Gel a Cenevreyê Muzeyyen Orhan der barê komkujiyê de agahî da û destnîşan kir ku bêdengiya rayedarên dadgeriyê yên Fransayê, hevkariya wan nîşan dide. Orhan diyar kir ku di ser komkujiyê re 260 roj derbas bûne, lê belê hînê ne kujer ne jî detayên komkujiyê hatine aşkerakirin. Orhan got, "Di kesayetiya sê jinên şoreşger ên Kurd de hewl hat dayîn çavê gelê Kurd bê tirsandin. Ev yek bi armanca têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, li hemberî vîna gelê Kurd hatiye kirin."

Li bajarê Elmanya Hannoverê jî jinên Kurd b heman armancê di bin navê "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ya tawanbariyê ye?" xwepêşandaneke protestoyî lidar xistin. Di çalakiya ku bi pêşengiya Komîsyona Jinên Kurd li Hannoverê hat lidarxistin de hat xwestin ku komkujî bê ronîkirin.