Komkujiya Parîsê di roja 238. de hat şermezarkirin

Komkujiya Parîsê di roja 238. de hat şermezarkirin

Di roja 238. a kuştina 3 şoreşgerên jin ên Kurd li paytexta Fransa Parîsê, jinan bandên reş bi devê xwe ve girêdan û bêdengiya Fransayê ya li pêşberî komkujiyê şermrezar kirin. Komkujî li paytexta Fransa Parîs û bajarên Elmanya Hannover û Dusseldorfê hat şermezarkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê jinê Kurd, di roja 238. a kuştina şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan de, çalakiya protestoyî lidarxistin.

Jin, ji ber Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd a li Parîsê heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku lê 3 şoreşgerên jin hatin kuştin meşiyan û bi bandên reş ên li devê xwe girêdan, bêdengiya Fransayê ya li pêşberî komkujiyê şermezar kirin. Jinan di meşa xwe de şûşeyên plastîk ên di destê xwe de li hev dan û bi vî rengî protestoya xwe dewam kirin. 

Jinên ku bi pankarta bi nivîsa "Eger Fransa vê komkujiyê ronî neke, hevkarê vî sûcî ye" meşiyan, belavokên bi daxwaza darizandina berpirsyarên komkujiyê belav kirin.

Piştî meşê li ber buroyê deqeyek rêz hat girtin. Di axaftinên li vê derê de bêdengiya Fransayê hat şermerzarkirin. Di axaftinê de her weha ji bo hersê şoreşgerên jin daxwaza edaletê hat dûbarekirin.

KAMPANYA TJKE YA JI BO ROJAVA DESTPÊ KIR

Di çalakiyê de kampanya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) ya di 1'ê Îlonê de bi şiyara "Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye, Xwedî li Şoreşê derkeve' dabû destpêkirin, li Fransayê jî starta wê hat dayîn.

Hat ragihandin ku di çarçoveya kampanyayê de wê kevnikê pêçandina zarokan, xwarina zarokan, pêdiviyên rojane yên jinên li Rojava û pêdiviyên rojname yên însanî werin berhevkirin. Saziyên jinan bi taybetî bang li jinan kirin ku ji bo kampanyayê seferber bibin.

Di vê navberê de heyetek ji jinan piştî çalakiyê çû serdana Nûneriya NY ya Parîsê, Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî, Federasyona Mafên Mirovan, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas û parlamenterên jin ên ji partiyên cuda û der heqê kampanyayê de dest bi dayîna dosyayan kir.

LI HANNOVER Û DUSSELDORFÊ JINAN EDALET XWESTIN

Li bajarên Elmanya Hannover û Dusseldorfê jî jin li ber nûneriyên Fransayê hatin cem hev û ji bo 3 şoreşgerên jin ên Kurd edalet xwestin.

Di çalakiya Meclîsa Jinan a Demokratîk a Hannoverê ya bi dirûşma "Gelo bêdengiya we ji hevkariya we ya vî gunehî tê" de hat xwestin ku hikûmeta Fransayê dawî li vê bêdengiya xwe bîne û tavilê komkujiyê ronî bike. 

Di çalakiyê de her weha banga beşdariya li meşa 7'ê Îlonê roja Şemiyê saet di 13'an de ji bo Rojava hat kirin.

Li Dusseldorfê jî jinan nerazîbûna xwe ya li hemberî Fransaê bi pankarta "Em hesabê komkujiya Parîsê dipirsin" anîn ziman. 

Çalakî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.