Komkujiya Parîsê dê li Rojava bi rêzeçalakiyan bê şermezarkirin

Komkujiya Parîsê dê li Rojava bi rêzeçalakiyan bê şermezarkirin

Bernameya rêzeçalakiyên ku wê di çarçoveya kampanyaya “Bi jinên azad ber bi avakirina neteweya demokratîk ve” de ji aliyê Yekîtiya Star ve li herêma Cizîrê ya Rojava bêne lidarxistin, hate aşkerakirin.

Komîteya Amadekar a kampanyaya, “Bi jinên azad ber bi avakirina neteweya demokratîk ve” ku Yekîtiya Jinên Azad (YJA) ji bo şermezarkirina qetilkirin sê têkoşerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz daye destpêkirin û Yekîtiya Star jî piştgiriyê dide, bernameya çalakiyên herêma Cizîrê aşkera kir. 

Bernameya çalakiyan ku dê di navbera 4 û 20’ê çileya 2014’an de werin lidarxistin wiha ye:

Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger di 4’ê çileya 2014’an li bajarê Dêrikê, 5’ê çile de li Qamişlo û di 6’ê çile de jî li Hesekê xwepêşandanan lidar bixe.

Di 8’ê çileya 2014’an de li bajarê Dêrikê bi beşdariya welatiyên Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê dê mitîng were lidarxistin.

Di 9’ê çile de li bajarê Qamişlo bi beşdariya welatiyên Amûdê û Tirbespiyê dê mitîng were lidarxistin.

Di 10’ê çile de li bajarê Hesekê dê mitîng were lidarxistin.

Di 15’ê çile de li hemû bajarên herêma Cizîrê dê rêzeçalakiyên wekî civîn û semînerên çandî werin lidarxistin.

Rêzeçalakiyên ku dê Tevgera Çand û Hunerê lidar dixe jî ev in:

Di 12’ê çile de dê li bajarê Dêrikê bi beşdariya welatiyên gund û bajarokên derdorê bernameyek were lidarxistin.

Di 13’ê çile de dê li bajaroka Rimêlanê bernameya şano û govendê were lidarxistin.

Di 14’ê çile de dê li bajarê Tirbespiyê bernameya şano û govendê were lidarxistin.

Di 15’ê çile de dê li bajarê Qamişlo bi beşdariya welatiyên gund û bajarokên derdorê bernameyek were lidarxistin.

Di 16’ê çile de dê li bajarê Amûdê bernameyek were lidarxistin.

Di 17’ê çile de dê li bajarê Dirbêsiyê bernameyek were lidarxistin.

Di 18’ê çile de dê li bajarê Serêkaniyê bernameyek were lidarxistin.

Di 19’ê çile de dê li bajarê Hesekê bernameyek were lidarxistin.

Di 20’ê çile de dê li bajarê Til Temir bernameyek were lidarxistin.