Komîna jinan a Montpellîerê name ji bo Guven şand

Li bajarê Fransa Montpellîerê jinên Kurd ji bo Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, name şandin.

Komîna Jinên Montpellîerê name ji Leyla Guven re şand û piştgirî dan çalakiya Guven ê.

Jinan peyama “Em berxwedana Leyla Guven silav dikin’ dan û diyar kirin ku wê çalakiyên piştgiriya bi Guven re bidomin.

Jinan çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê jî silav kirin û diyar kirin ku wê piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan a çalakgerên greva Strasboûrgê. Li aliyê din jinan banga xwedîderketina li çalakiyên greva birçîbûnê kir.