Komeleya Jinên Kurd a Lorraîne lez da xebatên xwe
Komeleya Jinên Kurd a Lorraîne lez da xebatên xwe
Komeleya Jinên Kurd a Lorraîne lez da xebatên xwe
Komeleya Çandê ya Jinê ku li bajarê Saînt Avold ê herêma Lorraîne ya Fransayê kar dike, lez da xebatên xwe. Komeleya Çandê ya Jinên Kurd li Lorraîne ya beriya du mehan bi kongreya damezrandinê dest bi kar kir, giraniyê dide xebatên çandî û perwerdeyî.
Kûrsa zimanê Kurdî, ku komeleyê ji bo zarokên dema dibistanên seretayî û navîn daye destpêkirin ev meheke dewam dike. Di gava yekemîn a kûrsê de 20 xwendekar beşdar bûn. Kûrsa Kurdî ya bi zaravayê Kurmancî tê dayîn, bi peydakirina mamosteyekî-e re dê di dema pêş de bi zaravayê Zazakî jî bê dayîn. Kûrsa Kurdî ya ku ji aliyê Meleyê mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî Kasim Ulusoy û ji rêveberên berê yê Federasyona Komeleyên Kurdan ya Fransa (FEYKA) Huseyîn Arslan ve tê dayîn, her diçe li pêwendiyeke zêde rast tê.
Komeleyê her wiha ji bo zarokên li Saîtn Avold û derdora wê dijîn, kûrsên muzîk û amûrên muzîkê da destpêkirin. Ji bo kûrsa tembûrê amadekarî temam bûn, ji aliyê muzîsyenên herêmî ve jî plana kûrsên stran û sirûdan tê kirin.
Li aliyê din, di lokanên komeleyê de rojên Çarşemê civînên li ser perwerdeya dayik-zarok, pirsgirêkên civakî, ziman û li gel entegrasyonê mijarên civakî tên lidarxistin. Jin der barê pratîkên xwe yen komeleyen bihurî, têkiliya bi civaka Fransayê û çalakiyên hevpar ên gengaz de, nêrînên xwe parve dikin.
Piraniya wan li bajareê Moselle'yê bi hezaran Kurd li Li herêma Lorraîn dijîn. Jinên Kurdistanî yên ku li herêmê dijîn berî niha li bajarê Metz jî komeleya xwe çêkiribûn. Li bajarê Saînt Avold jî di dawiya salên 80’î de xebatên komelbûyînê destpê kiribûn. Li bajêr Komeleya Çanda Kurd ku di sala 90’î de hatibû avakirin, di salên dawiyê de ji ber peydanekirina lokalê her girtî dima, lê piştî ku Kurdistaniyan Mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî di sala 2001’ê de avakirin, careke din dest bi xebatên xwe kir.
Meclîsên gel ên li bajarên Metz û Saînt Avold jî di salên 2012’ê de hatibûn avakirin.