Komeleya Jinên Kurd a Danîmarkayê kongreya xwe lidar xist
Komeleya Jinên Kurd a li Danîmarkayê, kongreya xwe ya sala 2015'an lidar xist.
Komeleya Jinên Kurd a li Danîmarkayê, kongreya xwe ya sala 2015'an lidar xist.
Komeleya Jinên Kurd a li Danîmarkayê, kongreya xwe ya sala 2015'an lidar xist.
Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpe kir. Di kongreya bi beşdariyeke xurt de endama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Nûpel Mûnzûr rewşa dawî ya siyasî nirxand û bal kişand ser pêvajoya têkoşînê ya Kurdan. Mûnzûr da xuyakirin ku hemû qirkirinên li herêmê bi serê Kurdan de hatine û daneheviya têkoşînê ya heta roja îro, berxwedana Rojava û Kobanê afirandine û rola jinê ya di Şoreşa Rojava de vegot.
Mûnzûr her wiha bal kişand ser rola Kurdistaniyên li Ewropayê di vê pêvajoyê de lîstine û civaka Kurd a li Ewroapyê bû dengê Kobanê, girîng e di mijara xwe birêxistinkirinê de jî nîşan bide.
Mûnzûr girîngiya Meclîsbûyînê û lîstina rola aktîf di komîsyonên navendên civakî de destnîşan kir û got, "Jinên me mîna Teyrê Sîmir xwe ji xweliyên xwe afirandin. Di kesayetiya Arîn Mîrxan de dîrokek tê nivîsandin." Mûnzûr bal kişand ser girîngiya xebatên jinên Kurd ên li Ewropayê.
Piştî nirxandina rewşa siyasî, rapora li ser xebata salekê hat xwendin û hilbijartin hat kirin. Di encama hilbijartinê de rêveberiya ji 15 kesan diyar bû. Her wiha komîsyonên civakî, têkiliyên derve, rêxistinî, bawerî û malbatên şehîdan hatin avakirin.