Komalên Jinên Ciwan ji bo 6’ê Çileyê bang kir

Komalên Jinên Ciwan sê jinên şoreşger ên Kurd bi bîr anî û bangî meşa di 6’ê Çileyê de ya li Parîsê kir.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan têkildarî Qetlîama Parîsê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Daxuyaniya Koordînasyonê wisa ye:

“Di dîrokê de jinên bûne sembol her dem bi têkoşîna xwe heta roja me hatine. Ji xuşkên Mîrabelê heta Clara Zetkîn û Rosa Luksembûrgê dîrok her dem xwedî li têkoşîna van jinan derketiye. 3 rêhevalên me yên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin jî wekî van jinên pêşeng bûne sembola berxwedanê.”

‘EM KUJERAN NAS DIKIN’

Di sala 5’emîn a Komkujiya Parîsê de jî jinên ciwan di serî de, her kes dadikevin qadan û hesabê Komkujiya Parîsê dipirsin.

Em kujerên vê komkujiyê nas dikin. Em dizanin ku dewleta faşîst a Tirkiyeyê û hikumeta AKP’ê ji vê komkujiyê berpirsyar in. Em ê vê komkujiyê ne ji bîr bikin û ne jî bidin jibîrkirin. Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) ji avakirina tevgera me û heta îro di eniyên pêş de şer kiriye û bûye sembola têkoşîna azadiya jinê. Şehîd Rojbîn û Şehîd Leyla Şaylemez jî hevalên me yên têkoşêr û berxwedêr bûn. Ji ber vê jî divê beriya her kesî em jinên ciwan hesabê vê komkujiyê bipirsin.

BANGA BEŞDARIYA GIRSEYÎ

Di 6’ê Çileyê de meşa li Parîsê divê bibe meşa bi deh hezaran. Divê dewleta faşîst a Tirkiyeyê di serî de hemû dewletên mêtinger bibînin ku bi hezararan Sara, Ronahî û Rojbîn hesap dipirsin. Ji ber vê em bang li hemû jinên ciwan dikin ku pêşengtiyê ji vê meşê re bikin.

Em di vê pêvajoyê de her sê fermandarên xwe yên pêşeng bi bîr tînin û sozê didin ku em ê têkoşîna Sara, Rojbîn, Ronahî û Delalan bigihînin serfiraziyê.”