KNK'ê 8'ê Adarê pîroz kir

Komîsyona Jinan a KNK'ê bi peyamekê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.

Komisyona Jinan a KNK’ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.  

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Dewletên ku di krîzê de ne bi metîngerî, talan, bêkarî, xizanî, bêhiqûqî, desteserkirina kedê,pêşxistina neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê, bi rastî li dijî civakan şer îlan dikin. 

Ne tenê mirov, di heman demê de çavbirçîtiya bêsînor a desthilatdaran xwezayê wêran dike. Ji bo jinan, şer, krîz, mêtingerî û desteserkirina kedê xwedî dîrokeke hezar salan e. Lê ti carî şerê li dijî jinê nehatiye binav kirin. Qirkirina jinê (femînîcîde) ne di siyaset û ne jî di hiqûqê de hîn jî wek tawanê şer nehatiye qebûlkirin. 

Di vê serdemê de jî kuştina jinan di asta cîhanî û herêmî de her diçe zede dibe. Ev dem mîna dema beriya Şerê Cîhanê yê Yekem dema Clara Zetkînê ye. Jinan wê demê jî lihemberî zilmê serî netewandin, li ber xwe dan. Wê demê jî dizanibûn ku ew bi rêxistinbûn û berxwedanê dikarin encamê bi dest bixin. Li ser wê jina mezin a sosyalîst Clara Zetkîn di sala 1911’an de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê rexistin kir û weke mîrateya berxwedana jinan îlan kir. 

Kurdistan weke dema şerê cîhanê ya yekem, îro jî navenda herî giran a tundî, dagirkerî, talan û mêtingeriyê ye. Bi şer, koçberkirin, guhertina demografîk û asîmîlasyonê tê xwestin ku Kurd bên tunekirin. Hezên dagirker dixwazin ku Kurdistan ne tenê bi gelê xwe, bi xwezaya xwe jî were tunekirin. 

Ji ber ku kolonyalîst bi hêrs in û ji Kurdistana ku di bin pêşengiya jinan de ronî û bihêz bûye nefret dikin. Jin û gelê me bi lehengiyeke mezin tekoşîneke bêhempa dimeşînin ku di sedsala 21’an de wê Kurdistan bibe welatê demokrasî, wekhevî, dostanî, azadî, edalet û aştiyê. 

Kurdistana ku bi dest û vîna jinê hatiye xemilandin, îro hêviyê dide mirovahiyê. Bi taybetî dewleta Tirk, rejîma Îran û Sûriyeyê, vê Kurdistanê ji bo desthilatdariyên xwe yên despotîk, faşîst ên serdest ên mêr, weke metirsiyeke mezin dibînin. Dîsa di van demên dawî de Iraq hewl dide ku Başûrê Kurdistanê ji nû ve bike koloniya xwe.  

Dewleta Tirk a faşîst bi şev û roj ji aliyekî ve Rojava, Şengal û Başurê Kurdistanê bombebaran dike, li aliye din jî plansaziyeke nû ji bo şerêkî topyekûn dike. Li Bakure Kurdistanê jî bi sazkirina faşîzma topyekûn dixwaze Kurdistanê ji hole rake. Rejîma paşverû ya Îranê jî îdama çalakvanên Kurd û jin zede kiriye.  

Mixabin, li aliyê din zîhniyeta zilamê serdest a Kurd a paşverû, ji ber ku bi civakbûyîna felsefeya jina azad a Kurdistanê re wê hêza xwe winda bike, welatê xwe pêşkêşî hêzên dagirker ên weke dewleta Tirk dikin. 

Hêzên kolonyalîst ji aliyekê ve bi şerê taybet û ji aliyekê ve bi îstismarkirina ola Îslamê, ji bo ku Kurdistana ku veguheriye welatê jina azad, vegerînin serdemên tarî. Hezên dagirker ji ber vê yekê jî zîhniyeta serdestiya mêr a paşverû ya ku hê jî li Kurdistanê xwe ferz dike provoke dike û êrîşen jina dide kirin. Yek ji sedemên ku şîdeta di nav malê de  û kuştina jinan pêk tê jî ev e. 

Sedema din jî ew e ku ditirsin ku di encama demokrasî û azadiya ku bi tekoşîna azadiya jinan hatiye pêşxistin de desthilatdariya xwe winda bikin. Lê belê tu hêzeke paşverû çi herêmî, çi cîhanî û çi jî netewî wê nikaribe Kurdistana azad a ku bi îradeya jinên Kurd hatiye afirandin tune bike.  

Bi vê boneyê em di 8’ê Adara 2024’an de careke din hemû şehîdên şoreşger ên Kurdistanê bi taybet şoreşgerên jin bi bîr tînin. Her wiha em jinên enternasyonalîst ên cîhanê ku mîrateyeke dîrokî ji me re hiştine bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.’’