KJK: Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê têk çûye

KJK'ê got, "Gelê me bi berxwedana Efrînê û bi sekna têkoşer a li çar parçeyên Kurdistanê hesab ji siyaseta qirêj a hêzên komploger dipirse."

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de, di şexsê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku di serî de şehîdên leheng, gel û jinên Kurd, tevgera azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan bi îradeyeke bêhempa 19 salan li dijî komployê li ber xwe dan û têkoşiyan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îradeya têkoşîna bi biryar a 19 salan ku li dora berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê pêk hat, ev komploya namerd û qirêj pûç kir û nehişt ku bi ser bikeve."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê me bi berxwedana Efrînê û bi sekna têkoşer a li çar parçeyên Kurdistanê hesab ji siyaseta qirêj a hêzên komploger dipirse. Faşîzm wê were têk birin, gel û jin wê bi ser bikevin. Di sala 20'an a komployê de felsefeya azadiyê ya RÂeber Apo, xeta wî ya ku ji bo gel û jinan bûye hêvî bi ser ketiye."

KJK'ê işaret bi meş û xwepêşandanên jin û enternasyonalîstan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Ev meş gelekî hêja ye. Bi navê Tevgera Jinê em vê meşê silav dikin. Kurdistanî li her devera lê ne, ji bo Rêberê konfederalîzma demokratîk bi dirûşma 'Sonda me ye: Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin. Bi Rêber Apo re azad bijîn' bi mehan e li ser piyan e."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku vê seknê hemû hesab û planên gemarî pûç kiriye û wiha dewam kir: "Bi êrîşên li ser Efrînê dixwazin ji nû ve komployê pêk bînin. Li dijî vê tarîtiya ku hêzên komploger dixwazin biafirînin, Rêber Apo di sîstema Îmraliyê de bûye têkoşerekî mezin ê rastiyê. Ji ber vê yekê, sîstema tecrîdê ya Îmraliyê têk çûye.

Helwest û berxwedana dîrokî ya Rêber Apo bi ser ketiye. Hêzên kmoploger mirovahî û wijdanên xwe ji dest dane. Bûne belayê serê tevahiya cîhanê. Xeta neteweperest û faşîst a Erdogan û Bahçelî yên mejiyê wan mejiyê DAÎŞ'ê ye, têk çûye."