KJK: Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala azadiyê ya jinan
KJK’ê peyamek şand ji 13’emîn Festîvala Jinan a Zîlan re û diyar kir ku sedsala 21’emîn wê bibe sedsala azadiyê ya jinan.
KJK’ê peyamek şand ji 13’emîn Festîvala Jinan a Zîlan re û diyar kir ku sedsala 21’emîn wê bibe sedsala azadiyê ya jinan.
13’emîn Festîvala Jinan a Zîlan li Dortmûndê bi beşdariya hezaran jinan lidar ket. KJK’ê peyamek şand ji festîvalê re û bal kişand ser vî tiştî: “Wê bi pêşengiya jinan felsefeya Rêber Apo û pergala konfederalîzma demokratîk pêk were.”
Festîvala îsal a 13’emîn bi hevkariya Buroya Aştiyê ya Jinan (CENI) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (TJK-E) hate lidarxistin.
Di festîvalê de posterên Zeynep Kinaci (Zîlan) û yên ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de jiyana xwe ji dest dane, hate daliqandin. Di axaftinên festîvalê de jî bal hat kişandin ku Zeynep Kinaci, Sakîne Cansiz, Arîn Mîrxan di têkoşîna jinan de sembol in.
‘EM ŞEHÎDÊN AZADIYÊ BI BÎR TÎNIN’
Koordînasyona Jinên Kurdistanê (KJA) peyamek şand ji festîvalê re. Di peyama KJK’ê de ev tişt hate gotin: “Bi saya serê şehîdên azadî û şoreşê îro em li vir dikarin bigihêjin hev. Em van şehîdên xwe bi bîr tînin.”
KJK’ê di peyama xwe de bal kişand ser vî tiştî: “Em êşkence û tecrîda derveyî mirovahiyê ya li dijî Rêber Apo şermezar dikin û helwesta dewletên Ewropayê rexne dikin.”
‘BI PÊŞENGIYA JINAN PERGALA ALTERNATÎF’
Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate gotin: “Bi pêşengiya jinan bi felsefeya Rêber Apo îro pergala xweseriya demokratîk zindî dibe. Ji ber vê jî ji her dera cîhanê mirov berê xwe didin Kurdistanê.Êrîşên faşîst bi pêşengiya dewleta Tirk bi destê çeteyên DAIŞ’ê tê kirin. Lê di sedsala 21’emîn de ew ê nikaribin têkoşîn û şoreşa me ya azadiyê asteng bikin.”
‘TI DEMÊ JIN EVQAS NÊZÎ AZADIYÊ NEBÛYE’
KJK ya ku bibîr xist ku sedsal 21’an wê bibe sedsala jinê û got: “Weke ku Rêber Apo jî gotî, sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê. Di ti demê de jin evqas nêzî azadiyê nebûye. Ji bo wê ye ku sîstema mêrsalarî jî evqas bi hovîtî êrîşî têkoşîna jinê dike. Ji ber ku azadiya jinê tê wateya dawiya sîstema mêrsalariyê. Ev sîstem hê jî dom dike. Ji bo wê em ê azadiya xwe xurt bikin, têkoşîna xwe hê redîkaltir bikin. Avakirina jiyanekî alternatîv bi vî awayp pêk tê. Em dikarin vê sedsalê vegerînîn sedsala jinê û vegerînin têkoşîna wê. Ji bo wê bang li hemû jinan dikin ku tevlî têkoşînê bibin.
‘JINA KURD JI BO HEMÛ CÎHANÊ BÛYE MÎNAK’
Parlementara HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat jî di axaftina xwe ya festîvalê de diyar kir ku AKP û dewleta Tirk dixwaze bi zext û êşkenceyê wan teslîm bigire û got: “Lê ev baş dizanin, em li hember zext û şantajan stû xwar nakin. Dîroka Kurdan ji berxwedanê tijî ye. Di roja me ya îro de jî têkoşîn û berxwedanê dewam dike. Gelê Kurd û jina Kurd îro li her qadê li ber xwe dide, têkoşîna xwe ya azadiyê bilind dike. Di vê berxwedana li Kurdistan û Rojhilata Navîn de tê kirin, berdêlên giran hatin dayîn. Pêşengên vê jî jin in. Îro berxwedana Jinên Rojava ji bo hemû jinên cîhanê bûye mînak. Li dijî modernîteya kapitalîs, sîstema modernîteya demokratîk xistiye meryetê.
Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde, hunermend Hanî, Gulbahar Kavcû, Koma Muzîkê ya Katalan Prosodîa, Bêrîvan Arîn û Koma Dengbêjiyê ya Jinan li gel lîstika gel a TEV-ÇAND’ê ya ji 50 kesan, govend gerandin. Festîval, bi gerandina govendê ya li ber stranên hunermendan ve bi dawî bû.