KJK: Qetlîam tê wateya êrîşa li ser tevgera me

Koordînasyona KJK’ê: Qetlîama Parîsê tê wateya êrîşa mêtingeriya Tirk a faşîst ya li ser tevgera me ya azadiyê ya jinê.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku ew ê li hemberî van êrîşan têkoşînê geştir bikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“ Di 9’ê Çileya 2013’and de rêhevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî li Parîsê hatin qetilkirin û em dikevin sala şeşan a salvegera qetlîamê. Li pêş çavê hemû cîhanê bi hevkariya AKP û MÎT’ê li Parîsê ev rêhevalên me hatin qetilkirin. Em sozê didin van rêhevalên xwe em ê têkoşîna wan geştir bikin.

Qetlîama Parîsê tê wateya êrîşa modernîteya kapîtalîst a li ser tevgera me. Di şexsê Şehîd Sara de pêşveçûna tevgera me ya li ser xeta Rêbertiyê hatiye hedefgirtin. Ev beriya her tiştî êrîşeke îdeolojîk e. Bêguman hedefên wê ya siyasî û armancên wê yên şênber hene.

QETLÎAM BI TALÎMATA ERDOGAN HATE KIRIN

Qetlîama Parîsê bi talîmata Erdogan û organîzekirina MÎT’ê hatiye kirin. Daxuyaniyên du endamên MÎT’ê yên ku di Operasyona Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz re û belgeyên derketine holê vî tiştî bi awayekî zelal eşkere diyar dike. Kesê ku ev komplo kiriye û di heyeta dewletê ya di hevdîtinên Îmraliyê de cih girtiye, heman kes in. Bi vî tiştî re rûyê qirêj ê AKP, Erdogan û MÎT’ê dîsa derketiye holê.

DIVÊ HEMÛ HÊZÊN JI QETLÎAMÊ BERPIRSYAR WERIN DARIZANDIN

Em bang li gel, hiqûqnas, rêxistinên jinan û hêzên şoreşger dikin ku AKP, Erdogan û MÎT di serî de divê hemû hêzên ku ji qetlîamê berpirsyar in, werin darizandin. Divê Fransa jî têkildarî vê qetlîamê daxuyaniyekê bide.

 Divê hemû jin, gelê me bi awayekî xurt beşdarî mîtînga di 6’ê Çileyê de ya li Parîsê bibin û ji Erdogan, MÎT û hêzên komployî hesap bipirsin.

Di rojên pêşîn ên sala 2018’an de lêgerîna edaletê ya PKK û PAJK’ê bi biryardariyeke mezin didome. Em ê her dem têkoşîna rêhevalên xwe bidomînin û em ê alaya azadiyê ya jinan li ba bikin.”