Koordînasyona KJK'ê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û di serî de hêzên YPG, YPJ û QSD'ê yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê li dijî çeteyan li ber xwe didin û gelê ku Şoreşa Rojava diparêze silav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em hemû şehîdên xwe yên di berxwedana Kobanê de şehîd bûn bi minetdariyeke mezin bibîr tînin. Em şehîdên xwe yên serhildana 6-8'ê Cotmeha 2014'an a li Bakurê Kurdistanê, ku bi şiyara 'Kobanê wê ti carî nekeve' rabû ser piyan û Şoreşa Rojava parast, bi rêzdarî bibîr tînin. Em dilsozê bîranînên wan ên bi rûmet in û soz didin ku di nav her şert û mercî de em ê Jiyana Nû ya Azad ava bikin."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku bi pêşengiya hêzên YPG/YPJ û tûgayên navneteweyî re, piştî berxwedana destanî ya 134 rojan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji pênc eniyan ve hatin kirin, hatin şikandin û Kobanê di 26'ê Çileya 2015'an de ji çeteyan hat paqijkirin, hat azadkirin. KJK'ê got, "Berxwedana Kobanê ku çavên hemû cîhanê lê bû û weke Stalîngrad a sedsala 21'an hat binavkirin, bi vî awayî weke stêrkeke şewq dide ya mirovahiyê cihê xwe yê bi rûmet di dîrokê de girt.
Çawa ku Şoreşa Rojaa weke şoreşeke jinê bi pêş ket, berxwedana Kobanê jî bû berxwedaneke ku dildariya azadiyê ya jinên Kurd jê re pêşengî kir. Tevahiya cîhanê, di şexsê jinên Kurd ên bêtirs li nava refên YPJ'ê bi wêrekî, fedekar û lehengî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, berxwedan nas kir, silav kir û xwedî lê derket. Ya ku di çavên nîşaneya berxwedana Kobanê Arîn Mîrkan û gelek berxwedêrên jin ên mîna wê hat dîtin û xwe gihand ruhê bi mîlyonan, bi mîlyaran mirovî, dildariya azadiyê ya bêdawî ya jinê bû. Ji xwe ya ku berxwedana Kobanê ya efsanewî afirand jî, ruhê azadiyê yê jinê bû, ku di nava 35-40 salên dawî de bi dayîna berdêlên mezin afirî. Ev ruh, bi berxwedana Kobanê re sînor derbas kir û gerdûnî bû."
Di dewama daxuyaniyê de afirînerê vê şoreşa jinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin û hat destnîşankirin, ku weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd ew sîstema esaretê ya Îmraliyê ti carî qebûl nakin û heta hilweşnandina vê sîstemê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
'BERXWEDANA KOBANÊ BERXWEDANA AZADIYÊ YA LI DIJÎ KOLEDARIYÊ BÛ'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ji Afganîstanê heta Başûrê Afrîkayê, ji Ewropayê heta Amerîkayê mirovên li çar aliyê cîhanê ji bo Kobanê rabûn ser piyan, 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê ragihand û hat destnîşankirin, ku li Kobanê tevî ku Kurdan li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didan jî, ev têkoşîn xwedî karekterekî gerdûnî bû.
KJK'ê da zanîn, li Kobanê du îdeolojiyan, du nêrînên ji hev cuda, du vîzyonên siberojê li dijî hev şer kirin û ragihand, di navenda yek ji vê de azadiya jinê, di navenda ya din de jî koledarî hebû.
KJK'ê da xuyakirin, ku her çend hêza êrîşî gelê Kurd, destketî û şoreşê dikir çeteyên DAIŞ'ê jî bû, lê di heman demê de ya dihat meşandin, şerê wekaletê bû.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ji aliyekî ve bi Rêberê me re hevdîtin dikir û bi vî rengî xwest mirovan bixapîne ku li çareseriyê digere, lê li aliyê din jî hewl da şer derbasî Rojavayê Kurdistanê bike û bi vî awayî tevgera me tesfiye bike. Gotina 'Kobanê li ber têkçûnê ye' ya Erdogan, ev bendewarî nîşan dida. AKP'ê di şexsê Kobanê de xwest Şoreşa Rojava bifetisîne û bi vî rengî tawîzan ji tevgereke qelsbûyî bigire. Lê belê dema Kobanê têk neçû azad bû û tevgera me jî berevajî qelsbûnê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê xurt bû, dema veguherî hêviya jin û gelên cîhanê, hingî maskeyên wan ket û AKP'ê jî şerekî topyekûn li dijî gelê me û tevgera me da destpêkirin. AKP dixwaze, hesabê ku beriya du salan nekarî li Kobanê bi ser bixîne, niha bi çeteyên Artêşa Azad li Efrînê pêk bîne. Lê belê divê were zanîn ku wê bi ti awayî nikaribe Şoreşa Rojava bifetisînin û pêşî li destketiyên Kurdan bigirin."
'WEKE TEVGERA AZADIYÊ YA KURD EM Ê LI ÇAR ALIyYÊN KURDISTANÊ BI ERKA XWE YA PÊŞENGIYÊ RABIN'
Di daxuyaniya KJK'ê de hat ragihandin, ku her çend Kobanê rizgar bûye jî berxwedana li Rojava hê dewam dike û wiha hat gotin, "Li dijî xeta sêyemîn a li Rojava, li dijî projeya Sûriyeya Demokratîk û Kurdistana azad a di çarçoveya Konfederalîzma Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin, hê êrîş dewam dikin. Sîstema Xweseriya Demokratîk a ku îro li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê hatiye avakirin, ne tenê ji bo tevahiya Sûriyeyê, ji bo gelemperiya Rojhilata Navîn li dijî krîz, kaos û şerê 200 sal in ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîast ve tê afirandin, çareseriyeke mayînde ye. Jin jî di vê sîstema nû ya ku li gorî paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk hatiye avakirin, hêza pêşeng e.
Weke Tevgera Azadiya Jinên kurd, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina Konfederalîzma Demokratîk li çar aliyên Kurdistanê ku sîstemeke jinê ye, em ê ji niha û pê ve jî bi erka xwe ya pêşengiyê rabin. Ji xwe xweparastina herî xurt, avakirina sîstema xwe ya alternatîf a xwe dispêre rêxistinbûyîneke xurt e. Ji ber vê yekê em ê bi ruhê Kobanê li her qadê berxwedana xwe xurt bikin, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bang li gelê xwe dikin ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşan biherikin qadan û em jin û gelên li çar aliyên cîhanê xwedî li Şoreşa Rojava derdikevin, bi hestên şoreşgerî silav dikin."