KJK: Hevrê Kasim navê dilsoziya bi Kurdistanê re ye!

Koordînasyona KJK'ê Kasim Engîn bi hezkirin, hurmet û minetdarî bi bîr anî û diyar kir, "Hevrê Kasim navê welatparêziyê, dilsoziya bi Kurdistanê ye, navê hêrsa mezin a li dijî mêtingerî û Kurdîtiya noker e."

Koordînasyona KJK'ê têkildarî şehadeta Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Komalên Jinên Kurdistanê wiha ye:

"Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê hevalê Kasim Engîn 27'ê Gulana 2020'an li herêma Bradostê di encama êrişa hewayî ya rejîma AKP'ê ya qirker faşîst de şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku bi bilindkirina têkoşîna azadiyê em ê xwedî li bîranîna wî derkevin.

Hevalê kasim di nava 35 salên şoreşgeriya xwe de li gelek qadên têkoşînê bi hişmendiya azadiyê, bi berxwedan û dilsoziyeke mezin cih girt, bi fedakarî û kedeke mezin li qadên herî dijwar tevlî têkoşînê bû.

Têkoşîna hevrê Kasim ji nû ve vejîna Kurdîtiya Elewî ye ku bi komkujiya Dersim 1938 û Mereş 1978'an xwestin tune bikin. Ev hevrêyê mezin ê Besê Anûş, Mûstafa Yondem, Sabrî Gozubuyuk, Engîn Sîncer, Nûcan, Atakan Mahîr û gelek ên mîna wan bû. Kurdîtiya Elewî ku tunekirin lê hatibû ferzkirin, di şexsê wî de bi rengekî bi heybet serî hilda, li ber xwe da. Bi têkoşîn û sekna azadiyê polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk pûç kir û bû rehê bingehîn ê gelê herêmê.

EW DOSTEK BÛ, CAN Û HEVRÊYEK BÛ

Hevrê Kasim bi îdeolojî û nêrîna Rêberê me timî hewl da xwe nû bike û hêza vê yekê bi xwe re afirand. Ji sala 1990'î roja ku Rêbertî dît û heta kêliya ku şehîd bikeve, bi kûrahiya wateyê ya felsefe û îdeolojiya Rêbertî tevlî pratîkê bû û bi îdîa û kelecana vê yekê, bi coşeke mezin li ser rêya şoreşê meşiya. Li ser vê bingehê hevrê Kasim bi jiyan, sekn û pratîka xwe timî bi Rêbertî re bû, hewl da rastiya Rêbertî fêhm bike, bi hewldaneke bêhempa hewl da bi cih bîne û bi biryardarî û coşeke mezin xwedî li wezîfeyên xwe derket.

Bi taybetmendî û sekna xwe, bi coşa xwe ya tevlîbûna li jiyanê, bi enerjiya xwe ya bêdawî, bi jîrbûn û zîrektiya xwe, bi coş û hezkirina hevrêtiyê timî cuda bû. Hevrê Kasim digot, 'Dîtina hevrêyan, nîqaşa bi wan re hem dawî li hesretê tîne, hem ruhê mirovan xwedî dike, hem xurt dike, hem jî dike ku mirov enerjiyeke bêdawî bide ser hev'. Gelekî hez dikir ku bi hevrêyên xwe re be û jiyanê bi hev re biafirîne. Hevrêtiya hevalê Kasim a bi jinê re jî gelekî cuda bû. Ji parvekirina bi hevrêyên jin re timî hêz werdigirt, kêfxweş dibû. Tu carî qîma xwe bi sînorên teng û înkarê yên feodalîzmê û jiyana sexte ya bûrjûvaziya biçûk neanî. Her tim hewl da ku bi jinê re hevrêtiyeke rast a xwe dispêre xwezayî, rast, pîvan, hezkirin û hurmetê biafirîne û li ser vê bingehê hewl da jiyaneke azad û nû ava bike. Hewldana kûr a afirandina mêrê azad li nava PKK'ê di kesayetiya xwe de nîşan da. Ji dil bawer kir ku azadiya jinê wê bibe azadiya gelê me. Bi gotina, 'Nivîsên hevrêyên jin gelekî hestewar in, lewma hîn bêhtir ew nêzî Rêbertî ne'. Bi vê gotinê bawerî, hezkirin û hurmeta xwe ya li jinên têkoşîna azadiyê dimeşînin nîşan da. Ew dostek bû, can û hevrêyek bû.

HEVRÊ KASIM NAVÊ NEFRETA LI DIJÎ MÊTINGERÎ Û KURDÊN NOKER E

Wî qîmet û roleke mezin daye azadî û têkoşîna jinan. Ruhê wekheviya jin û mêran a ku di cewherê Elewîtiyê de heye, bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kiriye yek û bûye hevrêyê jinan. Wesfên mêrbûna azad bi ked û hewldaneke mezin pêk aniye.

Girêdayina hevrê Kasim a bi gelê Kurd re gelekî cihê ye. Her dem li ser dîroka Kurdistanê lêkolîn û analîzên xwe domandiye. Derbarê dîroka Kurdistanê her dem xwendiye. Di dersa dîroka Kurdistanê de bi agahiyên kûr, li ser hezkirina welat û xwedîlêderketina welat sekiniye. Di nivîseke xwe de ya li ser dîroka Kurdan digot, 'Di nivîseke lêkolînê de ya ku bi tesadufî ketibû destê min, Kurd ji serdema mezolotîk û vir ve – li ser bingeha testên DNA’yê- li vir jiyane û ji ber ku ez fêrî vî tiştî bûme, gelekî kêfxweş bûme. Bi vê lêkolînê re derdikeve holê ku Kurd ji cihekî din nehatine'. Hevrê Kasim navê welatparêzî, girêdayîna bi Kurdistanê û nefreta li dijî mêtingerî û Kurdên noker e.

Li ser vî esasî em hevrê Kasim bi hezkirin û hurmet bi bîr tînin. Ew bi helwest û têkoşîna xwe, her dem ji me re bûye mînak. Em jinên Kurd li ser bîranîna hevrê Kasim em ê jin, mêr û civaka azad bi berxwedanê ava bikin û em ê her dem di nava hewldan û îddîaya afirandinê de bin. Soza me ya ji şehîdan re wê bi Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad were dayin. Wê serfirazî ya gelê Kurdistanê yê berxwedêr be."