KJK: Em piştgiriyê bidin gel û jinên Efganistanê

KJK diyar kir ku li Efganistanê desthilatdarî radestî Talîbanê ya dijminê jinan hate kirin û ji bo piştgiriya bi gel û jinên Efgan bang kir.

Komîteya Têkilî û Tifaqan a Demokratîk a KJK'ê daxuyaniyek weşand û got, "Li Efganistanê ku bi dehan sal in qada şerê wekaletê ye, di encama polîtîkayên qirêj ên hêzên hegemon ên global de desthilatdarî radestî Talîbanê ya dijminê jinan hatiye kirin. Ev rastiya ku li Efganistanê û li tevahiya cîhanê bûye sedema hêrsa mezin a jinan û gelan, vê rastiyê careke din radixe pêş çavan: Ji bilî hêza xwe, ji bilî rêxistiniya xwe û ji bilî parastina xwe, hêzek nîn e ku em pişta xwe bispêrê."

'METIRSÎ LI SER JIYANA BI MILYONAN JINAN HEYE'

KJK'ê diyar kir ku bûyerên doh li Efganistanê qewimîn, rastiya durû ya dewletên Rojavayî bi şênberî raxist pêş çavan û got, "Bi rengekî eşkere nîşan da ku nirxên mîna mafên jinê, azadî, demokrasî ji bo hêzên NATO'yê ji bilî nixumandina polîtîkayên qirêj tenê amûrek e. Yên ku beriya 20 salan bi mafên jinan hewl dan dagirkeriya xwe rewa bikin, jiyana bi milyonan jinan radestî Talîbanê kirin."

Daxuyanî wiha ye:

“Îro hêzên ku Efganîstan radestî Talîbanan kirine, heman hêz in ku Efrîn, Serêkanî û Girê Spî radestê TC’ê kirin ku dagir bike. Yên ku duh ji bo dagirkirina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê ji TC’ê re vekirin, îro heman senaryo li Efganîstanê dubare dibe. Her wiha di nava yên di encama bazariyên qirêj de desthilatiyê dikin, ji hêla di serî de jinan û hemû gelan de ti ferqa wan nîne. Serkêşê rejîma faşîst yê TC’ê Erdogan bi xwe bi gotina “Ti aliyekê me yê berevajî baweriya Talîbanê re tine ye” re li xwe mikur hat ku xwedî heman hişmendiyê ne. Jixwe divê plana radestkirina kontrola balafirgeha DYE’yê ya li Kabîlê ji TC’ê re di vê çarçoveyê de were xwendin. Pêwîst e radestkirina kontrola balefirgehê ji Erdogan re ku li ser rêxistinkirina çeteyan siyasetê bi rê ve dibe, weke gavekê ku wê TC’ê xurt bike bê dîtin. Ev jî di serî de ji bo jinan û hemû gelan gefeke mezin çêdike.

Çawa ku li Efrîna ku YPJ ya îlham da hemû jinên cîhanê, îro di encama siyasetên global ên hêzên hegemon jin tên kolekirin û qetilkirin, li Efganîstanê jî hemû jin bi heman metirsiyê re rû bi rû ne. Qirkirina jinan ya di mehên dawî de zêde bûyî û bi taybetî kuştina jinên pêşeng nîşaneya vê yekê ne.

‘BÊYÎ HÊZA CEWHERÎ AZADÎ NE PÊKAN E’

Em gelê Kurd û jinên wê pir baş dizanin ku yekane rêya parastina hebûn û vîna xwe ya li hemberî siyasetên mêtingerî û emperyalîstî yên hêzên hegemon ên global ji rêxistinbûyînê re derbas dibe. Bêyî hêza cewherî, rêxistinbûyîna cewherî û parastina cewherî avakirina jiyaneke azad û parastina wê ne pêkan e. Em gel û tevger me ev rastiye bi şeklekî pir giran ceriband û hê jî diceribînin. Komploya navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an a li hemberî Rêberê me Abdullah Ocalan mînaka herî şênber ya vê yekê ye. ji dagirkirina di serî de Şengal û Kobanê, Rojava û Başûrê Kurdistanê ya bi destê DAÎŞ’ê bigirin heya dagirkeriyên TC’ê yên li vir, siyasetên qirkirinê yên em pê re rû bi rû ne xwe dispêre hevsengiyên berjewendiya kapîtalîzma global.

Di heman demê îro li Efganîstanê radestkirina kontrolê ji dijminê jinan û gelan Talîbanê re di çarçoveya berjewendiyên jeostratejîk ên di serî de DYE û dewletên rojavayî ne ku li ser Asya Navîn bi rê ve dibin de ye. Careke din em dibînin ku ew hêzane bi qasê misqalekê girîngî nadin daxwaz, vîn, xeyal, hêvî û keda gelên ku li van axan dijîn. Ji ber ku ne tenê axên ku kirine obje û bi çavekî mêtingerî lê temaşe dikin e, di heman demê de mirovên ku li wan axan jiyan dikin e. Xwediyên van siyasetan ku 200 sal in bi rengekî bê navber bi rê ve dibin ji bo berjewendiyên xwe tiştek nemaye ku nekin. Ji ber wê sedemê li benda nêzîkatiyên mirovî û dirust ji dewletên rojava bûyîn û xetên sor di wan de gerandin dibe safîtî û heta xefletê. Yên duh ji ber berjevendiyên xwe li hemberî Talîbanê şer dikirin û di vê şerê 20 salan de jiyana 200 hezar mirovan xerc kirine, îro ji ber berjewendiyên xwe tu yê bêjî qey ti tiştek nebûye dikare bi heman hêzî re peymanên qirêj çêbike.

‘EM TIFAQA DEMOKRATÎK YA JINAN MEZIN BIKIN

Di dema rejîma Talîbanê de di salên dagirkeriyê de jî yên herî zêde ji bo demokrasiyeke rasteqîn, jiyaneke azad û bi rûmet li berxwedan jin bûn. Jinên Efganistanê di demên herî zehmet û şertên herî giran de rêya rêxistinbûyînê peyda kirin. Weke jin em dikarin bi dayîna hêz û alîkariyê û nîşandayîna piştevanî û parastinê ve îro em heya dawiyê bawer in ku wê li hemberî hişmendiya di serî de yê Talîbanê, her cûre hişmendiyê dijminê li ber xwe bidin. Jiyana azad û sîstema demokratîk wê ji Kurdistanê heya bi Efganîstanê bi pêşengiya jina rêxistinbûyî ve were avakirin. Em jinên Kurdistanî em weke duh, îro jî bi jinên Efgan û gelê wê re ne. Di serî de yên Rojhilata Navîn, em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku piştevaniya xwişkên me yên Efgan bikin, dengê xwe tevlî dengê wan bikin û parastina jiyan, destketî û xeyalên wan bikin. Li hemberî hevalbendiya hêzên zilamsalar-dijminê jinê, em tifaqa xwe ya jin bilind bikin!”