KJK'ê ji bo azadiya Ocalan dest bi pêngaveke ji sê qonaxan kir

Koordînasyona Giştî ya KJK'ê, di çarçoveya biryarên 8. Civata Giştî de dest bi pêngavake nû ya ji bo azadiya Ocalan kir.

Koordînasyonê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di destpêkê de hemû hêzên komploker û noker di salvegera 19. a komploya navneteweyî de bi hêrseke mezin şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêber Apo, ev 19 sal in li girava Îmraliyê di nava şert û mercên zehmet de weke rehîneyekî siyasî tê girtin. Her kêliya wî ya jiyanê û pêdiviyên herî xwezayî li dijî wî û gelê Kurd weke amûreke gefxwarinê tên bikaranîn. Tevî vê eykê jî di jiyaneke azad a hevpar û aştiyeke xurt, adil û bi ûmet a gelan de israr dike. Ev sekna bi rûmet a Rêber Apo ji bo çavkaniya hêvî, têkoşîn, moral û serketinê ye. Em bi hesret, rêzdarî û minetdarî Rêber Apo silav dikin."

PÊNGAVA NÛ YA AZADIYÊ DEST PÊ DIKE

Koordînasyona Giştî ya KJK'ê destnîşan kir, ku di 8. Civata Giştî ya KJK'ê de biryar hatiye dayin, pêngavên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, bi dirûşma "Sonda me ye: Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin. Bi Rêber Apo re azad bijîn!" xurt bikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ev pêngava ji bo azadiya Ocalan li civata giştî bi sê qonaxan hatiye plankirin û hat gotin, "Qonaxa yekemîn wê di navbera 9'ê Cotmehê û 20'ê Mijdarê de pêk were. KJK, heta ku sîstema dîlgirtin û tecrîdê ya li Îmraliyê bê şikandin, wê bi rengekî bê navber giraniyê bide ser têkoşîna li dijî tecrîdê. KJK wê di çarçoveya pêngavê de bi hemû hêzên demokratîk, sosyalîst û kevneşopiya berxwedana çandî ya Îslamê tên, di nava diyalogê û têkiliyê de be.

Bi rêya sîstema Îmraliyê, di şexsê Rêber Apo de hewl tê dayin ku hemû kevneşopiya demokrasî û berxwedanê ya Rojhilata Navîn bê tevizandin. Ji ber vê yekê, em bang li hemû hêzên ku nirxên demokratîk û berxwedana civakî diparêzin dikin, ku bi rengekî çalak tevlî vê pêngava ji bo şikandina sîstema Îmraliyê hatiye destpêkirin bibin.

Rêber Apo, ji bo jinên Kurd, her wiha ji bo jinên Asûrî-Suryanî, Tirkmen û Ereb ên li Reqa û Minbicê ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûne û tevlî têkoşîna azadiyê bûne, rêberê azadiyê ye. Li her devera cîhanê, rêberê mirovên ku rêxistinbûn û nêrîna konfederal a demokratîk-ekolojîk û azadîparêziya jinê diparêzin. KJK wê hewl bide xwe bigihîne van hemû hêz û derdoran û bi vî rengî pêngavê xurt bike.

Jin wê Rêber Apo bigihînin tevahiya cîhanê û bi vî rengî bersivê bidin hêzên komploker ên li Rojhilata Navîn û navneteweyî ku 9'ê Cotmehê komplo li rêberê sîstema konfederal a demokratîk li Rêber Apo kiribûn. Li ser vê bingehê, em bang li tevahiya jinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dikin, bang li hemû jinên li gelemperiya cîhanê li ber zilma serweriya mêr radibin dikin, ku di atmosfera seferberiyê de vê pêngavê geş bikin."

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, ku avakirina civaka demokratîk wê pêngava wan a Rêbertî xurtir bike û bang li gelê Kurd, hemû gelan, jin, ciwan, rewşenbîr, hunermend, kedkar, sosyalîst, demokrat, ekolojîst, femînîst, anarşîst, Îslamiyên çandî û alîgirên jiyana azad û demokratîk û aştiyê kir, ku bi xurtî tevlî vê pêngavê bibin. Em rê û rêbazeke afirîner derxînin holê, ku sîstema dîlgirtinê û tecrîda li Îmraliyê bi hev re parçe bikin."

KJK'ê diyar kir, ku bi rêya vê pêngavê wê dawî li hevrêtiya qels bînin û got, "Ji bo çeperên azadiyê yên jina û gelan, her wiha ji bo nirxên hatine afirandin mayinde bibin, şert e ku sîstema tecrîdê û dîlgirtinê ya li Îmraliyê bê şikandin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo jiyaneke exlaqî û bi wijdan, em ê nehêlin ku sîstema Îmraliyê vîna me, rûmeta me, eşqa me û azadiya me dîl bigire. Em ê dawî li vê dîlgirtinê bînin."