KJK’ê Dayik Uveyş bi bîr anî

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan bi daxuyaniyeke nivîskî dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 22. salvegera wefata wê de bi bîr anî.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye: “Em Dayika Uveyş a dayikek îsyanê û jiyana azad aniye dinyayê, di 22. salvegera wefata wê de careke din bi rêz, hezkirin û bi rehmet bi bîr tînin. Em soz didin em ê layiqî nirxên dayiktiyê û çanda xwedavendîtiyê bin.

Wek Tevgera Azadiyê ya Jinan a Kurd sedema em Dayik Uveyş wek dayika tevayî civaka me dibînin, wiha dihesibînin ev e ku ne tenê Rêber Apo aniye dinyayê. Ji bilî dayiktiya biyolojik dayiktiya wê îsyanê ya pîroziyê digire nav xwe. Dayik Uveyş tenê nirxên komunal û çand bi awayekî bihêz hilnegirtiye, ji bo van nirxên xwedî paşerojeke hezaran salane bide zarokê xwe roleke diyarker lîstiye. Pevçûn, heq û îsyan ferî wî kiriye. Bi vî aliyê xwe ve di pêşketina taybetiyên rêbertî yên di Rêber Apo de rola esasî lîstiye.

Bi vî awayî ji têkiliya di navbera Dayik Uveyş û Rêber Apo de ji têkiliya dayik-kur a qediyaye yan jî ji têkiliya malbatê xwe gihandina têkiliya welêt, welatparêzî û dayik-xakê ye. Rêber Apo timî destnîşan kiriye ku mafê dayikê di rastiyê de wiha tê dayîn.

Ligel vê di derketin û pêşketina Bîrdoziya Rizgariya Jin de Dayik Uveyş dibe ku beyî di ferqê de be rolekî diyarker lîstiye. Eger Dayik Uveyş tinebûya, wê Rêber Apo hê ji zaroktiyê de ji derveyî qalibên heyî li hemberî jinan pêşnexistiba. Hêza dayikê, şerkeriya wê û bi tevayî bandora wê, bûye sedem ku Rêber Apo pirsgirêka jinê ferq bike û bikeve nav lêgerîneke cuda. Paşê bi destpêka tehlîl û analîzên têkildarî jinan re ya veguherî teoriya bîrdoziya Rizgariya Jinê bandora Dayik Uveyş a li ser Rêber Apo ye.

Em wek jinên têkoşîna azadiyê didin, bi vî alî jî em ê timî li hember Dayik Uveyş xwedî mineteke mezin bin.

Em Dayika Uveyş a kevneşopiya îsyanê ya li Kurdistanê afirand û nirxên cewherî yên hezarê salan bi vê îsyana dawî ya mezin aşî kir, careke din bi rêz û hermet bi bîr tînin. Em di şexsê wê de li hember Hatîce Altûn û Gulîzar Kaytan ên di demên de dawî de wefat kirin, li hember tevayî dayikên welatparêz bi rêz û hurmet bejna xwe ditewînin. Em ji dayikên me yên şehîdan û gerîlayan ên ji bo welatekî azad û jiyaneke azad kêliyekî jî ji refên pêş ên têkoşînê veneqetiyan û beyî rojên azad bibînin wefat kirin soza xwe ya têkoşîna mutleq û serketinê dubare dikin.”