KJK: 2018 wê bibe sala çareseriya alternatîf

Koordînasyona KJK’ê: 2018 wê bibe sala ku bi pêşengiya jinan mirov wê dest bi berxwedanê bikin û sala ku wê çareseriya alternatîf kûrtir bibe.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de sala 2018’an pîroz kir.

Daxuyaniya KJK’ê wisa ye:

“Em bi çalakiyên berxwedan û azadiyê dikevin sala 2018’an. Li Tirkiyeyê li hemberî rejîma faşîst a Erdogan jin eniyên hevpar ava dikin û têdikoşin. Li Bakurê Kurdistanê jinên Kurd li zindan, bajar û kolanan di berxwedanê de ne. Gelê me yê li Başûr ji bo azadî û wekheviyê li ser pêyan in. Li Îranê li hemberî rejîma dîktator jin bi cesaretekî mezin pêşengiya serhildanê dikin. Li Rojava jinên Ereb û Kurd li çeperên azadiyê ne. Li Şengalê jin vejînê li ser bingeha xweparastin û xwerêxistinkirinê bi pêş ve dibin.

Jinên li Îranê li hemberî feraseta mêrserwer li ber xwe didin di serî de, em hemû çalakiyên jinên li Rojhilata Navîn silav dikin. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe serhildan, berxwedan û têkoşîna jinan ew ê mirovayetiyê rizgar bike û ew ê ev berxwedan û têkoşîn feraseta mêrserwer têk bibe. Jin koletiyê tu carî qebûl nakin û bi berxwedanê jiyanê ji nû ve ava dikin.

Em jinên li Rojhilata Navîn bi fikrên azadiyê yên Rêber Apo, bi giyanê berxwedanê sala 2018’an pêşwazî dikin. Fikr û nêrînên Rêber Apo ji bo rizgariya mirovayetiyê rê û metod diyar kiriye. Di sala 2017’an de hatiye dîtin ku bersiva herî mezin a li hemberî krîz û kaosan neteweya demokratîk e û pratîzekirina neteweya demokratîk encax bi pêşengiya jinan dikare pêk were.

Gelê Kurd wê di sala 2018’an de bi nasname, ziman û çanda xwe têkoşîna xwe ya azad û bi rûmet bigihîne serfiraziyê.

Li ser vî esasî em sala 2018’an Rêber Apo di serî de li hemû jin, gel, bawerî û mirovên azadîxwaz pîroz dikin.”