KJK: 1’ê Tîrmehê ne dawî destpêka têkoşîneke nû ye

KJK: Berxwedana li ser bingehê bi piştevaniya jinan re 1’ê Tîrmehê ji bo jinan ne dawiyek e, kir ku bibe roja destpêkê ya têkoşîneke nû. Têkoşîna me ya azadiya jinê jî bêyî ku gavekê bi paş ve biavêje wê bi israr û îdîayeke mezin bidome.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî da, daxuyanî wiha ye:

“Tirkiye 1’ê Tîrmeha 2021’an bi rengekî fermî xwe ji ‘Peymana Konseya Ewropa ya têkildarê Pêşîlêgirtina Şîdeta li Hemberî Jinan û Şîdeta Nav Malbatê û Têkoşîna li hemberî Wan’ ku sala 2011’an îmzekiribû û 10’ê Sibata 2012’an bi biryara Desteya Wezîran ve hatibû erêkirin, vekişand. Ew di demekê de ye ku li Tirkiyê her rojê jinek ji ber şîdeta zilam tê kuştin. Di nava welatên ku di wan de rêjeya şîdeta li hemberî jinê di asta herî jor de ye, Tirkiye di rêzên jor de cihê xwe digre. Di atmosfereke wiha de ku îstîsmara li ser zarokan bê ceza tê hiştin, li hemberî jinê her cure cihêxwazî, şîdet û bêhuqûqî tê kirin û li ser vî bingehî zilamtiya serdest rakirine ber perê esmanan, yekser bi îmzeya serokkomarê faşîst Erdogan ji Peymana Stenbolê derketin çêbû.

BERXWEDANA ÇALAKGERÊN JIN SILAV DIKIN

Ev darbeya ku îtîfaqa kirêt, zalim û xesbkar ya AKP-MHP’ê li dijî jinan pêkanî, rastî hêrsa mezin ya bi 10 hezaran jinên ji Stenbolê bigre heya Enqere, Îzmîr, Amed, Antalya, Dêrsim, Edenê û Hatayê li hemû bajarên Tirkiyê û Kurdistanê hat. Meş, daxuyanî û çalakî pêşketin. Barîkatên polîsan bi erdê re kirin yek. Jinan gotin ku ji têkoşînê re dewam. Berxwedana ser bingehê piştewaniya jinan û 1’ê Tîrmehê ji bo jinan ne dawiyek e, kir ku bibe roja destpêkê ya têkoşîneke nû.

Em wek Koordînasyona KJK’ê berxwedana van çalakgerên jin ên sondxwarên azadî û wekheviyê ne bi heskirin û rêzdarî silav dikin. Têkoşîna me ya azadiya jinê jî bêyî ku gavekê bi paşve biavêje vê bi israr û îdeayeke mezin ve bidome.

Jin bi têkoşîna rêxistinbûyî ya li çiya, kolan, mal, cihê kar û her qadê jiyanê ve li hemberî neheqiyan bi rengekî wêrekane disekine. Dîwarên tirsê bi erdê re dikin yek. Divê em parastina xwe ya cewherî bi zanabûna xwe ya azadiyê, rêxistinbûyîn û çalakvaniya xwe pêk bînin. Xebatên me yên avakirina jiyana azad bi bilindkirina berxwedana me jinan ve tê bidestxistin. Encax di pêşengiya me jinan de jiyana wekhev û azad dikare pêk bê. Xet û berxwedana me ya azadiya jinê kevirê bingehîn ê bikarin demokrasî û jiyana nû pêşbixînin e.

Çalakiyên jinan ya 1’ê Tîrmehê careke din nîşan da ku desthilatiya çete, mafya, diz û zilamê kirêt AKP-MHP wê bi têkoşîn û berxwedana hevpar a jinan ve hê zêdetir lewaz bike û wê hilweşe.

Erdoganê faşîst biryara xwe vekişandina ji Peymana Stenbolê bêyî ku pêwîstî bi erêkirina parlementoyê bibîne, xwe danî ser asta destûra bingehîn û bi îmzeya xwe ev yek pêkanî. Helbet bi vê yekê re hin peyam da civaka Tirkiyê. Erdogan dixwaze destketiyên ku jinan ji bo afirandina jiyaneke bi edalet û bi şeref ya ji bo civak û baweriyê ku bi hezar ked û berdêlan bi destxistine bide betal kirin. Îro desthilatê ku tenê bi îmzeyekê Peymana Stenbolê radike, wê sibe bi vê rêbazê rêyên derketina ji peymanên din ên navnetewî ku pêşeroja hemû civakê diyar dike jî biceribîne. Serokkomarê faşîst Erdogan wisa dihizire ku wê bi van nêzîkatiyên qorsanî û derqanûnî ve bikare bi darê zorê serdestiya xwe rewa bike. Di vê wateyê de rakirina Peymana Stenbolê ne tenê li hemberî jinan, li hemberî hemû civaka Tirkiyê û Kurdistanê darbe û komployek e. Nîşaneya vê yekê ye bê ka planên tarîkirina pêşeroja welat çiqasê kûr in. Tirkiye di nav pêvajoyeke pir tarî de ye. Dewleta ku di destê çete, mafya, qaçaxçiyên çek û torên madeyên hişber de ye li hemberî civak, jin û ciwanan bi temamî weguheriye cenewarekî. Bêguman di serî de jin, hêzên azadî û demokrasiyê wê li dijî mêtingeriya kûr a civakê derkevin û wê ti carî rê nedin vê yekê. Her takê ku dixwaze wek mirov û bi şeref bijî wê heya dawiyê li berxwe bide.

JIN WÊ BI ÎNAD TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BILIND BIKE

Yek ji xisûsa din a ku li vir bê nirxandin ew e ku helwesta dewletên mîna DYE û YE’yê ye. Dewletên van welatan ên xwe weke azadîxwazên jinan, parêzvanên mafê mirovan û nûnerên wan dibînin, ji bo rejîma AKP’ê ya yek ji desthilata herî dijminê jinan e, li ser lingan bihêle, her cûre alîkariya madî û menewî dike. Ev jî rastiya rûyê van dewletan û dîsa dirûtiya van sîstema modernîteya kapitalîst, sextekariya wan di asta herî zelal de radixe ber çavan.

DYE û dewletên Ewropayê sermayeya xwe ji bo Erdogan li ser desthilatê bimîne, her alîkariya ku dike, heman demê tê wateya ku bi xurtî destekê dide polîtîkayên dijminahiya jinê. Em jin, carekî din gihiştina vê rastiya kûr, têkoşîna xwe pispêrin azadî, rêxistinkirin û xweparastinê mezin bikin.

Jinên Kurdistan û Tirkiye wê li dijî polîtîkayên newekhev, cihêkarî û cudakariyê berxwedana xwe bidomîne. Yek mêriya derewîn, zordar û sextekar û dîsa yek îmzeya wî wê têkoşînê nede astengkirin. Li dijî destekkirina dewletên mîna Ewropa û Emerîka ya dewleta Tirk a faşîst, bê ku hilweşe, bi înadekî mezin wê têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bike. Jin wê jiyana azad û wekhev ava bike, wê li ser bingehê yekîneyên jinan ên bi heybet û berxwedanê  bi teqez bigihîne serketinê. Em ê dirûşma xwe ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi îdîa û biryardariyeke mezin bixin meryetê.”