KJC’ê encamên civîna xwe ya salane eşkere kir

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan encamên civîna xwe ya salane eşkere kir.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniya xwe bal kişand ser vî tiştî ku “Xwerexneya herî mezin a civîna me ev e ku Rêbertiya me hê jî di warê fîzîkî de di destê rejîma faşîst a AKP’ê de ye.”

Hat diyarkirin ku di civîna salane de ya ku di navbera 18-20’ê Kanûna 2017’an de hate lidarxistin, sala 2017’an hatiye nirxandin û xebatên sala 2018’an jî plansaziya wê hatiye kirin.

 Di daxuyaniyê de ev xal derketin pêş:

“Qetlîamên li ser jinan û tecawiz a mêran bêtir dike faşîst. Ji ber ku ev polîtîka pişta xwe dispêre pergala modernîteya kapîtalîst.

Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo deng daye û xwerexneya herî mezin a civîna me ev e ku Rêbertiya me hê jî di warê fîzîkî de di destê rejîma faşîst a AKP’ê de ye.

Di sala 2018’an de em ê li hemberî ferzkirinên mêran ên emperyalîst û paşverû yên mêran, çalakiyên xwe geştir bikin. Em ê bi pêngava ‘Serî Hilde’ li hemberî hemû qetlîamên li ser jinan serî hildin.

Li ser vî esasî;

Divê hemû jinên ciwan azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo têxin navenda xebatên xwe û heta ku pergala Îmraliyê were rûxandin divê têkoşînê geş bike.

Li hemberî rejîma mêran divê îdeolojiya azadiyan jinan were pêşxistin û were pratîzekirin.

Divê bîranîna fermandara me ya pêşeng Delal Amed were jiyîn û jinên ciwan beşdarî nav refên azadiyê bibin.

Divê hesabê qetlîama 9’ê Çileyê ya li Parîsê were pirsîn û li her çar parçeyên Kurdistanê û li qadên Ewrûpa û Rûsyayê jin dakevin qadan.

Divê were dîtin ku tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst dijminatiya jinan dike û li hemberî vê tifaqê divê li her derê têkoşîn û berxwedana jinan were domandin.”