KJB, pêvajoya pêngaveke nû dide destpêkirin
KJB, pêvajoya pêngaveke nû dide destpêkirin
KJB, pêvajoya pêngaveke nû dide destpêkirin
KJB'ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê Komcivîna xwe ya 6. lidar xist, biryar da bi dirûşma 'Jin ji bo Rêberê xwe û Azadiya xwe li çalakiyane' pêvajoya pêngaveke nû bide destpêkirin. Di Komcivînê de her wiha biyar hat dayîn ku bi tevgerên jinê yên Tirkiyeyî û Rojhilata Navîn re rêxistinbûyîn û platformên hevpar ên têkoşîn werin avakirin.
Komcivîna 6. a KJB'ê ku bi beşdariya 120 delegeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dirûşma 'Di xeta Sarayan de bi nasnameya azad û bi Rêberê azad re em ber bi serketinê ve dimeşin' pêk hat, danezana wê ya encamê hat aşkerakirin.
Di danezana encamê ya bi îmzeya Koordînasyona KJB'ê de hat gotin, "Em lehengên gelê xwe şehîdên xwe yên bi sekneke fedaî ji bo parastina azadî welatê xwe têkoiyan, bi rêzdarî bibîr tînin. Di serî de hevala Sakîne Cansiz a xwedî sekneke nedîtî ya xeta azadiya jinê em soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna hemû şehîdên xwe dûbare dikin."
Di danezana encamê ya KJB'ê de şoreşa Rojava weke "Şoreşa hesreta azadiyê ya hemû mirovên ji nedîtî ve hatine" hat binavkirin û biryar hat dayîn ku bi tevgerên jinan ên li herêmê re platform û rêxistinbûyînên hevpar ên têkoşînê werin afirandin.
Di danezana encamê de tespîta, 'li dijî tundiya dewlet û mêr; her şêweyên îstîsmara jin û zarokan û li dijî hemû êrîşan, avakirina xweparastinê ya jinê wezîfeyeke lezgîn e.
Li gorî danezana encamê ya Komcivîna KJB'ê biryar hat dayîn bi dirûşma "Jin ji bo Rêberê xwe û ji bo Azadiya xwe li çalakiyane" pêvajoya pêngaveke nû were destpêkirin.
NE SIYASETA JORÎN, DIVÊ SAZIYÊN LI DERVEYÎ DEWLETÊ WERIN RÊXISTINKIRIN
Sernavên danezana encamê ya Komcivîna 6. a KJB'ê wiha ne:
"- Komcivîna me ya di pêvajoyeke ku li herêmê û welatê me bûyerên girîng diqewimin de pêk hatiye, gihaştiye biryardariyeke xurt ku paradîgmaya demokratîk ekolojîk a azadîperestiya jinê ya Rêber Apo, rêya yekane ya azadiyê ye û ji bo çareseriya pirsgirêkan rola pêşengiyê daniye pêşiya xwe. Komcivîna me ya bûyerên li herêmê û cîhanê nirxandiye tespît kiriye, ku krîza kapîtalîzmê sazîbûnî û watebûnî ye, kapîtalîzm ne tenê bi xwe, sîstema dewletperestiyê ya 5000 salan ku ew temsîl dike, krîzekê dijî. Hatiye destnîşankirin ku rêya yekane ya derketina ji krîza rêveberiyên dewletperest, despotîk ên li Rojhilata Navîn jî, rêveberiyên azadîperest û konfederal ên demokratîk e. Çareseriya pirsgirêkan ne bi rêya siyaseta jorîn, bi rêxistinbûyîna vesaziyên civakî yên li derveyî dewletê re, bi rêya 3. a paradîgmaya azadîperestiya jinê ya demokratîk ekolojîk, dibe. Komcivîna me li ser vê bingehê tespît kiriye ku tevgera me ya azadiya jinê, di warê avakirina civaka azad û afirandina qada siyaseta demokratîk de, li tevahiya Rojhilata Navîn xwedî rola pêşeng e.
ROJAVA ŞOREŞA HEMÛ MIROVÊN JI NEDÎTÎ VE HATINE
- Komcivîna me pêşketinên şoreşgerî yên li Rojava tên dijîn jî, nirxandiye. Komcivîna me şoreşa Rojava, berxwedana jin û gelê me silav dike û destnîşan dike ku di rêya avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk a gelê Kurd de destketiya herî mezin şoreşa Rojava ye. Berxwedana gelê me ya li Rojava, dê di dîrokê de weke mînakek ji meyla gel a azadîperest a demokratîk, were bîranîn. Yek ji bangên bingehîn ên komcivîna me; xwedîderketina gelê Kurd û jinên xwedî hesreta azadiyê ya li şoreşa Rojava ye. Şoreşa Rojava ya serketin misoger kiriye û civakîbûna xwe ava kiriye, dê bibe şoreşa hemû mirovên ji nedîtî ve hatine yên tiyê azadiyê ne.
DIVÊ GELÊ KURD ÇARESERIYA XWE BIRÊXISTIN BIKE
- Welatê me Kurdistan, di çarçoveya van pirsgirêkên Rojhilata Navîn de rola kilît dileyze. Danezana Rêberê me ya di Newroza 2013'an de aşkera kir, ji bo çareseriya pirsgirêkên nasnameyê yên li Rojhilata Navîn bersiva herî watedar e. Li pêvajoya çareseriya demokratîk, ku aso û coşeke mezin li tevahiya cîhan, raya giştî ya demokratîk û gelê me afirand, tevgera me beşdariyeke aktîf nîşan daye. Bi avêtina gava vekişînê ku rîsk û fedekariyeke mezin dixwaze, biryardariya xwe ya di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de nîşan daye. Li gel vê jî, hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk pêvajo li demê belav kiriye û di xeta xwe ya neçareseriyê de israr kirine. Komcivîna me tespît kiriye ku paketa demokratîkbûyînê ya dewlet û hikûmeta AKP'ê aşkera kir, bi kêrî çareseriya pirsgirêkê nayê û siyaseta mijûlkirinê ye.
Bi têgihiştina; pirsgirêka hezaran salan, ku di 90 salên dawî de siyaseta qirkirinê lê hat zêdekirin, encax bi jiholêrakirina mejiyê qirkirinê dikare çareser bibe, hikûmetê heta niha ti gaveke ji bo jiholêrakirina vî mejî neavêtiye. Li hemberî vê rewşê gelê Kurd bi pêvajoyeke ku divê bibe xwedî biryarekê re rû bi rû ye. Di vê demê de pêwîste gelê Kurd civakîbûna xwe birêxistin bike, bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibîne, jiyana xwe ya siyasî rêk û pêk bike, aboriya xwe ya komunal biafirîne. Komcivîna me berpirsyariyên di vê pêvajoyê de dikevin ser milê jinan û tevgera azadiyê ya jinan tespît kiriye û di warê pratîkî de xwe gihandiye biryaran.
KOMUN, MECLÎS Û KOOPERATÎF
Li gorî vê yekê, ji bo afirandina civaka exlaqî-polîtîk, pêşxistina rêxistinbûyînên jinan ên komun-meclîs, akademî û kooperatîf wezîfeya me ya bingehîn e. Divê jin pirsgirêkên civakî bi hêz û hunera xwe ya cewherî çareser bike û ev yek bingeha rêxistinbûyîna me ye. Komcivîna me destnîşan kiriye ku afirandina pergala parastina cewherî ya jinê û afirandina navgînên vê, ji bo pêvajoya heyî gelekî girîng e. Li dijî her şêweyên êrîşên mîlîtarîst ên mêtîngeriyê, îstîsmar, fûhûş, destavêtin-destdirêjî yên li hemberî jin, zarok û tevahiya civakê Komcivîna me pîvanên parastina cewherî destnîşan kiriye û di vî warî de biryardariya xwe nîşan daye.
BI JINÊN ROJHILATA NAVÎN RE PLATFORMÊN HEVPAR
- Rêveberiyên despotîk ên bi hezaran salan ên li Rojhilata Navîn, pirsgirêka jinê kûrtir û girantir kirine. Komcivîna me pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn pê re rû bi rû ne û rêyên çareseriyê nîqaş kirine. Bi tespîta; îdeolojiya rizgariya jinê û zanistiya jineolojî rêya yekane ya çareseriya van pirsgirêkane, komcivîna me ji bo danasîna asta heyî ya têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd, parvekirin û piştevahiyê pêwistiya platforman destnîşankiriye û ji bo vê rêxistinbûyînê biryar daye. Li ser bingeha perspektîfa neteweya demokratîk, weke armanca bingehîn daniye pêşiya xwe ku di serî de jinen Tirkiyeyî bi hemû derdorên jinan re li ser bingeha têkilî-tifaqê platformên hevpar werin avakirin, rêxistinbûyînên hevpar bên afirandin. Komcivîna me di pêkhatina yekitiya neteweyî ya Kurdan de girîngiya jinên Kurd destnîşan kir û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên ji ber nêzîkatiyên zayendîperest û mêtîngeriyê, biryara hevparî û herdemîbûyînê da.
PÊVAJOYEKE NÛ YA ÇALAKIYAN
- Rexne û rexnedayîna bingehîn a Komcivîna me ya 6; li ser çaresernekirina mercên dîlgirtinê yên Rêberê me li Îmraliyê tê ragirtin û bicihneanîna erk û wezîfeyên me yên ji bo afirandina neteweya demokratîk, hat dayîn. Komcivîna me li ser vê bingehê destnîşan kir ku xwegihandina Rêberiyê bi avakirina neteweya demokratîk dibe û biryar da ku hevdîtina bi Rêberê Azad û afirandina civaka azad-jinên azad û parêznameya Rêberê me ya bi navê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" weke manîfestoya jiyana azad a tevgera me ya jinê, pejirandiye. Biryar daye bi dirûşma 'Jin ji bo Rêberê xwe û Azadiya xwe li çalakiyane' pêvajoyeke nû ya çalakiyan bide destpêkirin.
- Bi tespîta; şert û mercên bi desthilatdarî, destpotîzm, dewletperestî û serdestiya mêr bide windakirin ji bo bindestan hene, ji bo vê hemû pêkhateyên tevgera azadiya jinê bi roleke stratejîk re rû bi rû ne, 6. Komcivîna me bang li hemû kadro, xebatkar, jin, ciwan û her kesên bi hesreta azadiyê dike, ku beşdarî pêvajoya 'pêkanîna rizgariya demokratîk û jiyana azad' a ji aliyê Rêberê Apo ve hatiey destpêkirin, bibin. Bi baweriya ku azadî û serketin nêz e, em careke din tevahiya gelê xwe silav dikin, Komcivîna xwe ya 6. li hemû parêzvanên azadiyê pîroz dikin."