KJB'ê nerazîbûn nîşanî Serokê Karên Diyanetê da
KJB'ê nerazîbûn nîşanî Serokê Karên Diyanetê da
KJB'ê nerazîbûn nîşanî Serokê Karên Diyanetê da
KJB li hemberî Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ê digot, "Di şûna bi dijwariya li hemberî jinê re mijûl bibin, pêşî li komkujiyên li hemberî mirovahiyê bigirin" nerazîbûn nîşan da bang kir ku li hemberî feraseta "hem dikuje hem jî li derveyî xwe li gunehkaran digere" têkoşîn were dayîn.
Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) li hemberî Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ê digot, "Di şûna bi dijwariya li hemberî jinê re mijûl bibin, pêşî li komkujiyên li hemberî mirovahiyê bigirin" bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşan da.
KJB'ê bi gotina "Di demên dawî de li gelek welatên Rojhilata Navêin, di serî de jin û zarok li dijî gelan komkujî dewam dikin. Li hemberî daxwaz û têkoşînên demokratîkbûya herêmê, polîtîkayên dijwarî û komkujiyên reş tên meşandin" dest bi daxuyaniyê kir û anî ziman ku komujî û bûyerên dijwariyê yên li Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Misrê nayên qebûlkirin.
KJB'ê got, "Lê belê bi tenê şermezarkirin û neqebûlkirin têrê nake. Divê berpirsyarên van komkujiyan û polîtîkayên dijwariyê werin zelalkirin û hesab jê were pirsîn."
KJB'ê da xuyakirin ku daxuyaniyên dawî yên Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ên pesnê komkujî û dijwariya li hemberî jinê dide û jinê weke mirovan nabîne, mînaka berçav a vê yekê ye. KJB'ê diyar kir ku divê ne tenê rêxistinên jinan, her kesê ji xwe re dibêje "ez mirovim" li dijî vê feraset û gotinan nerazîbûnê nîşan bidin û ev yek destnîşan kir:
"Bi gotina 'Di şûna bi dijwariya li hemberî jinê re mijûl bibin, pêşî li komkujiyên li hemberî mirovahiyê bigirin' Gormez ne tenê nêrîna xwe, di heman demê de nêrîa fersaeta deshilatdariya mêr a Rojhilata Navîn veguherandiye gola xwînê û qada dijwariyê, raxistiye ber çavan. Gormez li xwe mukur hatiye ku ew jinan weke mirov nabîne û hebûna dijwariya li dijî jinê jî qebûl nake. Nîşan daye ku ew jî xwedî heman feraseta li Sûriyê komkujiyan dike ye. Ev feraset li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê, ew kesên bi hovane mirovan dikujin û berpirsyarên komkujiyane, xwedî dike. Ev mejî mejiyê Serokwezîrê welatekî ye ku bi gotina "Jin be jî zarok be jî wê ya pêwîst were kirin" pêşî li komkujiya Roboskî vekiriye ye.
Şermezarkirin û têkoşîna li dijî vê ferasetê jî, wezîfeya herî bingehîn a mirovahiyê ye. Ev yek ne tenê wezîfeya rêxistinên mafên jinan e, wezîfeya bingehîn a her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirovim'. Ji ber ku ev mejiyê Gormez anî ziman, her roj li malê, li kargehan jinan dikuje, dijwariyê û xizaniyê li ser ferz dike.
Li dijî polîtîkayên "hem dikuje û hem li derveyî xwe li berpirsyaran digere" yên sîstema deshilatdariya mêr, em bang li hemû tevgerên jinan û hêzên demokrasiyê dikin ku bi hev re têkoşîna xwe xurt bkiin."