KJB'ê Komcivîna xwe ya 6. lidar xist

KJB'ê Komcivîna xwe ya 6. lidar xist

KJB (Koma Jinên Bilind) li Herêmên Parastinê yên Medyayê Komcivîna xwe ya 6. lidar xist. Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat li Komcivînê axivî û destnîşan kir ku jinên Kurd ji pergala demokratîk re pêşengiyê dikin.

Rêxistina sîwanî ya Tevgera Jinên Kurd KJB (Koma Jinên Bilind) li Herêmên Parastinê yên Medyayê Komcivîna xwe ya 6. lidar xist. Komcivîn bi dirûşma 'Di xeta Sarayan de bi nasnameya azad û bi Rêberê azad re em ber bi serketinê ve dimeşin' pêk hat û ji pêkhateyên KJB'ê PAJK, YJA, YJA-Star û xebatên Jinên Ciwan 120 delege beşdar bûn.

Komcivîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şoreşgerên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan destpê kir û Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat axaftina vekirinê kir.

Besê Hozat got, "Li ser navê hevalan ez Komcivînê li Rêber Apo pîroz dikim û li ser navê we Wî silav dikim. Di salên dawî de şehadetên giranbuha rû dan. Bi taybetî Rojîn, Rozgerîn, Çîçek, dîsa di komkujiya li Parîsê de pêşengiya tevgera me ya jinê hevala Sara ku ji bo me dîrok e û hevalên pê re Ronahî û Rojbîn şehîd ketin. Ji destpêka Şoreşa Rojava 19'ê Tîrmehê û vir ve şehadet rû dan. Bi bîranîna hemû şehîdan ez dixwazim dest bi axaftina xwe bikim." Hozat kaosa pergala desthilatdariya mêr dijî û li dijî vê têkoşîna azadiyê ya jin li hemberî wê dimeşînin, nirxand.

BESÊ HOZAT: JIN PÊŞENGIYA PERGALA DEMOKRATÎK DIKIN

Hozat di axaftina xwe de ev xal destnîşan kir:

"Tespîta Rêberê me ya digot, sedsala 21'an dê bibe sedsala jinê, îro hem li herêmê hem jî li cîhanê bi awayekî berçav tê jiyîn. Ji dema derketina pergala kapîtalîst û vir ve, jin û civak li dijî vê pergalê li ber xwe dane. 5000 hezar salin ev berxwedan tê jiyîn. Ev pergal berevajî xwezaya mirov-civakê ye û êdî nikare li ser lingan bimîne, nikare li ber xwe bide. Ev yek ji bo tevahiya jinên li gelemperiya cîhanê, çavkaniyeke mezin a serketinê ye. Bi taybetî jî tevgera me ya jinê bandoreke mezin li jinên li Rojhilata Navîn û Cîhanê kiriye. Jin êdî ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û azad li kolanane. Têkoşîna me ya çil salan ji bo jinan bûye çavkaniya ronakbîrî, têkoşîn û vînê. Gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn gelekî nêzî azadiyê bûne."

Besê Hozat ragihand ku jinên Kurd ên bi PKK'ê re di nava civaka Kurd de guherînên mezin afirandine, îro jî jiyana azad û civaka demokratîk ava dikin.

Hozat di dewama axaftina xwe de got, "Tevgera PKK'ê û berxwedana jinên Kurd di nava civaka Kurd de guhertin û pêşketinên mezin afirandin. Bi pêşketinên dîrokî yên artêşbûyîn û partîbûna jinê re em îro bi pergala KCK'ê re dibin jiyaneke alternatîf ji hemû gelan re. Di vê asta ku bi têgihiştina, 'azadiya jinê bi azadiya civakê dibe' me xwe gihandinê de, em jiyana azad û civaka demokratîk ava dikin. Weke jin, em ji pergala demokratîk re pêşengiyê dikin. Pergala ku em dixwazin ava bikin, ne tenê ji bo jinên Kurd dê ji bo tevahiya jinên Rojhilata Navîn û cîhanê derî li azadiyê veke."

Besê Hozat diyar kir ku der barê pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de hikûmekê gaveke berçav neavêtiye û bibîr xist ku wan jî li ser mijarê deklarasyonek weşandine. Hozat got, "Pêvajo bi çi rengî bimeşe bila bimeşe, armancên me zelal in û heta ku em xwe bigihînin van armancan dê têkoşîna me dewam bike. Armanca me azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê, avakirina jiyana azad û demokratîk e. Li ser vê bingehê ez bawerim ku dê komcivîna me feydeyeke mezin bide pêvajoyê û komcivînê li hemû hevalan pîroz dikim."

PEYMANA KJB'Ê HAT NÛKIRIN

Di komcivînê de nirxandinên ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danhevkirin, raporên xebata du salan ên KJB û pêkhateyên wê hatin xwendin, li ser rewşa siyasî nîqaş hatin kirin, rêxistinbûyîna KJB, têkoşîna bi zayendîperestiya civakî re û pirsgirêkên rêxistinbûyînê bi dorfirehî hatin nirxandin.

Di komcivînê de hat destnîşankirin ku divê têkoşîna zayendî bi xurtî bê meşandin û peyama KJB'ê jî hat nirxandin.

Biryar hat dayîn ku di çarçoveya civakîbûna pergala KJB'ê de peyman were nûkirin.

Li dû madeyên rojevê yên bi sernavê pirsgirêkên pêşengtiyê û wezîfeyên dema nû, di Komcivînê de du pêşnûme hatin nirxandin. Yek jê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a din jî belgeyek li ser helwesta tevgera jinê ya ji bo dema pêş, du pêşnûme hatin derxistin.

JI 25 KESAN DESTEYA RÊVEBER A KJB'Ê AVA BÛ

Di madeya dawî ya rojeva Komcivînê de hilbijartin hat kirin. Ji pêkhateyên KJB'ê Desteya Rêveber a ji 25 kesan hat hilbijartin.

Komcivîn bi axaftina girtinê ya Endama Koordînasyona PAJK'ê Roza Pinar bi dawî bû. Pinar got, "Ez komcivînê li hemû jinan û bi taybetî jî li Rêber Apo yê ku bi ked û hewldaneke mezin a çil salan têkoşîna me veguherandiye hêzeke mezin, pîroz dikim. Di serî de şehîdên me yên li Rojava, hemû şehîdên me yên bi lehengî jiyana xwe fedayî têkoşînê kirine, bibîr tînim. Di komcivînê de biryardariya; bicihanîna xeyalên şehîdan ên avakirina jiyana azad û civaka azad, derket holê."

Pinar di dewama axaftina xwe de got, "Weke Tevgera Jinê em li ber pêkanîna pêngaveke dîrokî ne. Ev pêngav dê bi xwe re civaka azad û demokratîk bîne. Tevgera Jinê dê bi reng û nêrîna jinê bibe pêşengê siyaseta demokratîk. Siyaseta em bimeşîne dê xwe bispêre azadiya civakî. Em di pêvajoyeke welê de derbas dibin ku bendemayîna gavavêtina dewletê, dê demê bi me bide windakirin. Emê ne li benda kesî be, bi hêza xwe, bi vîna xwe û bi baweriya ji xwe, civaka azad û neteweya demokratîk ava bikin."

JIN DÊ LI DIJÎ ŞÎDETA MÊR Û DEWLETÊ XWE BIPARÊZE

Roza Pinar ji bo vê hedefên xwe wiha rêz kir:

“Peywira herî mezin ali hemberî qada civakî ev ku civke azad ademokratîk înşa bike. Ji bo vê bi armanca avakirina rêveberiya xweser, îradeya xweser ava bike divê meclis û komun bên rêxistinkirin û li dijî polîtîk-aboriya kapîtalîzmê pêşxistina pergala aboriya ekolojî a demokratîk a alternatîf, peywirên me yên demê ne. Di esasa îdeolojiya rizgariya jinê de, perspektîfa jîneolojiyê ya ku alternatîfa hemû zanistên serdestin, divê li hemû qadan bê rêxistinkirin û her wiha divê qadên jiyaneke azad biafirînin. Di qada parastina Rewa de li dijî şîdeta mêr û dewletê, li dijî êrîş û destdirêjiyê divê rêgezên parastina rewa a jinê bê qanûnî kirin û li her çar parçeyên Kurdistanê xwe bi awayekî bi rêz rêxistin bikin û ev hewcedarî ji her demê zêdetir pêwistî pê heye.Jinên ciwan dê xwedî li nirxên azadiyê yên ku Tevgera Azadiya Jinan afirandiye, derkevin û wek pêşengên îdeloliya rizgariya jinê, dê di asta herî jor de li hemû qadan wek hêzên herî dînamîk li qadan cihên xwe bigirin.

BI JINÊN ROJHILATA NAVÎN RE TÊKOŞÎNA HEVPAR

Endama Koordînasyona PAJK’ê Pinar di beşa dawî ya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek tevgera jinên kurd dê bi jinên Rojhilata Navîn re têkoşîna hevpar bimeşînin. Pinar wiha pê de çû: “Em bang li hemû jinên kurd dikin ku ji bo azadiya xwe tevli pêvajoya çalakiyên berfireh bibin.  Bi şehadeta hevala Sara re, di qada navneteweyî de  qezencên ku têkoşîna azadiya jinê afirandiye û bandora vê me dît. Ji bo me gelek watedare ku em xwe bigihînin hemû jinên cîhanê. Di vê esasê de em dixwazin bi jinên fars, ereb, tirk, ermenî û hemû jinên din re bibin yek û yekitiya hêza demokratîk ava bikin. Ev jî dê aştiyeke mayînde û pêşerojek azad bixwe re bîne. Heta ku Rêber Apo azad nebe têkoşîna me ya radîkal dê bidome. Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo Serokatiyê û Azadiya wî tevli pêvajoya çalakiyan bibin. Me Komcivîna xwe bi serketin û îdiayeke mezin pêk anî. Ez bi coş, baweriyeke mezin hemû jinan slav dikim û komcivînê pîroz dikim.”