KJAR: Xwedî li deng û îradeya azad a Zeyneb Celaliyan derkevin

Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê rewş û tendirûstiya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan de daxuyaniyek belav kir û got: “Xwedî li deng û îradeya azadîxwaz a Zeyneb Celaliyan derkevin.”

Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ragihand Zeyneb Celaliyan li zîndanê bi vîrusa koronayê ketiye rewşa wê ya tendirûstiyê ne baş e. Her wiha ji aliyê rêvebirina Îtlaetê ve rê nayê dayin ku ji wir bişînin nexweşxaneya ji derveyî girtîgehê û bê tedawîkirin.

Daxuyaniya KJAR’ê ya ji bo Zeyneb Celaliyan wiha ye:

“Weke tê zanîn ji mehekê zêdetir e ku girtiya siyasî a Kurd Zeyneb Celaliyan ji girtîgeha bajarê Ûrmiyê ji aliyê hêzên Ewlekariya Rejîma Îranê ve veguhestine girtîgeha Qereçek,  her wiha ji bo her kesekê zelal û aşkere ye ku girtîgeha Qereçek yek ji wan girtîgehan e ku ne, ji bo girtiyan bi taybetî ji bo girtiyên siyasî di warê ewlekarî û ne jî di warê tendirûstiyê de cihê baweriyê nîne

Her wiha ji ber wê jî sîstema zilm û zordariya Îranê ji bo bê dengkirin û çûkdanîna îradeya siyasî û azadîxwaziyê ew cih weke êşkencexaneyê ji bo girtiyên siyasî û bi taybetî ji bo jinan bi kar tînin.

Bi taybetî divê dema belavbûna vîrusa koronayê de ya ku li tevayî Îranê belav bûyî, ji ber xemsariya rêveberiya Îranê û ne bûna xizmetgûzariyên bingehîn ya ji bo welatiyan ku di heman demê de jî li girtîgehan her ku diçe korona belav dibe. Mixabin Zeyneb Celaliyan bi vîrusa koronayê ketiye û rewşa tendirûstî û jiyana wê jî di metirsiyê de ye.

Her wiha ji aliyê rêvebirina Îtlaetê ve rê nayê dayin ku wê bişînin nexweşxaneya ji dervey girtîgehê û bê tedawîkirin, bê guman ev vîrus jî bûye amûrekî siyaseta qirkirina komara Îslamî ya Îranê.

Divê taybet jin hemû kes xwedî li kesên azadîxwaz yên di zindanên Îranê de derkevin. Divê em bi hemû awayekî xwedî li îradeya xwe derkevin û em nehêlin ew deng were bêdengkirin ku hebûna me, bi hebûna wan heye. Em weke KJAR’ê bang li hemû hêz, azadîxwaz, civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan û kesên xwedî wijdan dikin da ku li hemberî rewşa girtiyên siyasî yên di zindanên Îranê de bêdeng nemînin. Bi taybet jî li ser rewşa Zeyneb Celaliyan bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî wê bibe sedemê metirsiya ser jiyana girtiyên din.”