KJAR: Ev 2 meh zêdetire Dayêmî di greva birçîbûnê de ye

KJAR’ê diyar kir ku girtîgehên Îranê yek ji navendên herî esas ên binpêkirina mafên mirovan e. KJAR'ê destnîşan kir ku Atena Dayêmî zêdetirî 2 meh e, di greva birçîbûnê de ye.

Komelgeha Jinên Azad a Rojihilatê Kurdistanê(KJAR) têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îranê û binpêkirinên mafên wan, daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Girtîgehên Îranê yek ji navendên herî esasî yên binpêkirina mafên mirovan e. Bi taybet beşên civakî yên demokrasî û azadîxwaz ku bi sizayên giran têne darizandin û wiha hewl tê dayîn nerazîbûna civakî were bêdengkirin, li girtîgehan jî di nav şert û mercên herî xirab û dijwar de têne ragirtin. Mafên girtiyan ên herî rewa tê binpêkirin. Li beramberî vê berxwedan û têkoşîna mafdar ya girtiyên siyasî bê bersiv dimîne."

KJAR di dewama daxuyaniya xwe de bal dikişîne ser van xisûsan: "Beşa civakî ya ku herî bêtir li beramberî kiryarên antî-demokratîk a rejîma serdest û zilamsalar xwedî bertek e û têdikoşe ku mafên xwe bidest bixîne, jin in. Li girtîgehan jî ev sekna jinê di kesayeta bi dehan jinên berxwedêr, bi taybet girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan de jî derketiye holê. Zeyneb Celaliyan ku girtin, darizandin û pêvajoya wê ya girtîgehê bi tevahî bi awayeke nerewa û derveyi zagonên mafên mirovan pêk hatiye, bi sekna xwe ya berxwedêr nepejirandin û bêdengnebûna jinê temsîl dike.

‘EV 2 MEH ZÊDETIRE ATENA DAYÊMÎ DI GREVABIRÇÎBÛNÊ DE YE’

Heman polîtîkaya qirêj li ser Atena Dayêmî ya girtiya li Girtîgeha Êvînê jî pêk tê. Atena Dayimî ku wek çalekvaneke sivîl ji bidestxistina maf û destkeftiyên jinê xebat dimeşand, ji hêla hêzên ewlekariya rejîmê ve hate binçavkirin û siza lêhatiye birîn. Di heman demê de malbata wê jî rastê zext û binçavkirinan hatiye. Li beramberî van kiryarên antî-demokratîk, Atena Dayêmî zêdetirî 2 meh e, di greva birçîbûnê de ye, lê belê rayedarên Îranê bi xemsarî û piştçavkirina daxwazên mafdar nêzîk dibin û heman polîtîkaya ku jinê çewisînê û bêdeng bike, dimeşînin."

Berxwedaniya Zeyneb Celaliyan, Atena Dayêmî û hemû girtiyên siyasî, beşeke girîng a têkoşîna jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye. Lewre pêwîstî heye ku hemû jinên Îranî û Rojhilat bi şiyarî û baldariyeke bilind rewşa girtiyên siyasî bişopînin û xwedî li berxwedana wan derkevin. Li ser vê bingehê em wek Komelgeha Jinên Azad a Rojihilatê Kurdistanê(KJAR) ji hemû jinên ku xwe alîgirê demokrasî û azadiyê dizanin û xwedîderketina doza azad a jinê weke erkeke wîjdanî û dîrokî dizanin, pêwîste li her derê dengê Atena û berxwedana girtiyên siyasî bigihînin hemû beşên civakê. Civak jî di demekê ku hikûmete nû bi wedeyên sererastkirina rewşa aloz û nerê ya hiqûqî û qanûnî derkete pêş, ji bo pêkanîna mafên mirovan û daxwaziyên girtiyên siyasî, her wiha azadiya hemû aktîvîstên sivîl, zextê bikin. "