KJAR'ê dayika Ûveyş bibîr anî

Koordînasyona Komelgaya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di salvegera wefata wê de dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan bibîr anî.

Koordînasyona Komelgaya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di salvegera wefata wê de dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan bibîr anî. Di daxuyaniya nivîskî de KJAR'ê got, "Têkoşîna bêhempa ya Rêbertiya me ya li dijî serdestiya mêr, zayendîperestî, zordarî û ferasetên bi vî rengî, bersivek li keda hemû dayikan bi taybetî jî bersiva li keda dayika Ûveyş e."

Peyama Koordînasyona Komelgaya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi vî rengî ye:

"Rojhilata Navîn ku dergûşa mirovahiyê ye, bi Xwedawend û dayik-jin re li hemû dinyayê nav û deng veda ye. Jinên vê herêmê, jiyan afirandin û tecrûbeyên xwe yên  bi nirx radestî cîhana mirovahiyê kirin. Dayik di hemû warên jiyanê de gav bi gav kesayeta zarokên xwe mezin dike û pêşeroje diafrîne. Bê guman yek ji wan dayikên fedekar ku kariye ewladekî bi nirx ji bo civakê û mirovahiyê mezin bike Dayika Ûveyş e. Dayika Ûveyş yek ji wan dayikên Kurd e ku kariye bi şêweyek herî baş rastiya civaka Kurd a wî serdemî bibîne. Ji zarokê xwe re fêr dike ku ti carî lei hember ne heqî, destladarî û zordestiyê serê xwe netewîn in, bê helwest nemînin Û ev dibe derseke mezin a jiyana Rêber APO. 

Rêber APO di gelek mijaran de balê dikşîne ser rola dayika Ûveyş di şikilgirtina kesayeta xwe û di encam de jî tekoşîna xwe ya li hember zihnîyeta  zilamsalar  a ev pênc hezar sal e didome, dike. Rêber APO ji bo Dayika Ûveyş îşare bi zanabûna di warê sosyal de dike û dibêje ku 'Dayika min yek ji paşmayî yên Xwedanwendan bû'. Rêber APO êş û janên jinan di kesayeta dayik û xwişkên  xwe de dît û di kesayeta wan de hemû jinên Kurd û Rojhilata Navîn tehlîl kirin. Rêber APO dibêje dema êş û janên jinên Kurd û Rojhilatna Navîn dikevin bîra min, îdeaya min a tekoşînê zêdetir pêş diket. Bersiva Rêbertî ji keda dayikan bi taybet jî dayika Ûveyş re bû tekoşîna bêhempa li hember  zehniyeta zilamê salar, cinsiyetparêz, çevsêner û hwd. Bê gûman îro di encama wê têoşîna 45 salî de jina Kurd gihîştiye astekî bilind di têkoşîna azadiyê de. Rêbert APO işare bi mafê dayika Ûveyş dike û dibêje raste min metrek parçe ji bo dayika xwe nekirî lê ez hewil didim welat û jiyanekî azad ji bo hemû dayikan bikim diyarî. Bi vî rengî Rêber Apo hezkirina xwe li hember dayika Ûveyş û hemu dayikan tîne ziman. 

Em bi rêzdarî dayika Ûveyş bibîr tînin. Wek Komelgaya Jinên Rojhilatê Kurdistanê di kesayeta dayika Ûveyş û hemû dayikên her çar parçeyên Kurdistanê di nava tekoşîna azadiyê de bedelên giran dane, soza xwe ya berdewamkirina tekoşîn û serketinê dubare dikin. Her wiha wek rêhevalên Rêber APO bi vê wesîlê em jî girêdana xwe ji hemû dayikan re nû dikin, em ê heta pêk anîna civaka azad û demokratîk ku wekhevî û azadiya jinan esas digre em ê  tekoşîna xwe li hember her cûre bê mafî û bê rêzî li beranber jinan bi taybet jî jinên Kurd ê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê kirin, bidomînin û tekoşîna xwe berdewam bikin."