KJA li Wanê meclîsên jinan ava dike
KJA, li Ertemîta Wanê xebatên xwe yên Meclîsên Jinan a Demokratîk didomînin.
KJA, li Ertemîta Wanê xebatên xwe yên Meclîsên Jinan a Demokratîk didomînin.
KJA, li Ertemîta Wanê xebatên xwe yên Meclîsên Jinan a Demokratîk didomînin.
Kongreya Jinên Azad (KJA) di esasa perspektîfa rêxistibûna ji herêmî berbi giştibûnê, xebatên meclîsên jinan a Demokratîk yên dabûn destpêkirin, li Ertemîta Wanê didomîne. Hevşaredara Ertemîtê Çetîn, diyar kir ku jinên Kurd rastî mêtîngeriyê tên û balkişand ser girîngiya rêxistibûnê.
Pêkhateyên KJA’yê mal bi mal, kolan bi kolan civînan pêk tînin û li taxan Meclîsên Jinan a Demokratîk ava dikin. Aktîvîstên KJA’yê li hemû taxên navçeyê mal bi mal geriyan, civîn pêk anîn û girîngiya Meclîsên Jinan a Demokratîk vegotin.
Pêkhateyên KJA’yê li taxa Suphat û Memur-Sen TOKÎ’yê di çarçoveya xebatên ku meşandin de civîn pêk anîn. Aktîvîstên KJA’yê Yadîşer Karabulak û Nesîbe Akdag, hevşaredara Ertemîtê Sevîl Rojbîn Çetîn û gelek jin beşdar bûn. Çetîn got qirkirina jina roj bi roj zêde dibe û qirkirin di her alî de didome.
Çetîn bi lêv kir ku yekan rêya rizgarbûna jinan a ji qikirin û îmhakirinê têkoşîna bi rêxistibûnê ye û got dewlet û mêran destê xwe dane hev û mêtîngeriya li ser jinê bi qanûnan destek dikin.
Yadîşer Karabulak jî diyar kir ku ew wê li her qadên jiyanê aktîf cih bigirin û civakê azad bikin.