KJA li dijî întîxarên jinan ên li Wanê zêde bûne ket nava tevgerê. KJA’yê kampanyaya ‘Deng bide jiyanê’ ya wê 40 rojî bidome da destpêkirin û hedef dike ku her şêweyên şîdetê ji holê rake û paradîgmaya jinan a ekolojîk demokratîk bixe meriyetê.
Li Wanê di nava 40 rojên dawî de 13 jinî întîxar kir. Ev bûyer, întîxarên jinan ên demekê li Êlihê zêde bibûn, tîne hişê mirovan. Bi taybet jî zêdebûna pevçûnên komên olperest ên li Wanê yên demên dawî de hatine jiyîn fikaran zêde dike. KJA’yê ji bo zemîna rê li ber şîdet û komkujiyan vedike, ji holê rake li bajar xebatên xwe didomîne.
KJA’yê kampanyayek wê 40 rojî bidome da destpêkirin. Ev xebata ji aliyê pêkhateyên KJA’yê ve hatine destpêkirin li gelek cihan rastî astengiya polîsan tê. Pêkanînên girtin û binçavkirinan ên polîsan li ser xebatkarên KJA’yê zêde bûn. Herî dawî Naîme Ozer hat girtin.
XEBATÊN KOMÊN OLPEREST ÎNTÎXARAN ZÊDE DIKE
Aktîvîsta KJA’yê Nuran Yilmaz têkildarî xebatên dimeşînin de axivî û got: “Em wisa difikirin ku xebatên komên olperest li Wanê dimeşînin, dibin sedema zêdebûna întîxarên jinan. Demekê li Êlihê, ya hat kirin, ev bû. Gelek jin di bi navê întîxarê de di encama van polîtîkayan de jiyana xwe ji dest dan. Em wek KJA ku di ferqa vê xetereyê de ne, me kampanyayek da destpêkirin û bi şîara ‘Jin jiyanê rêxistin dikin, civaka exlaqî-polîtîk ava dikin’ re dimeşînin. Me li hemû navçeyan li dijî şîdeta li ser jinê komîsyon ava kir. Di van meclîsan de berdevkên rêveberiyên herêmî, hevserokên DBP, HDP, STK, Dayikên Aştiyê, DÎK û civaknas, psîkolog cih digirin. Ev komîsyon di pêvajoya kampanyayê de ji 1’ê Nîsanê heta 10’ê Gulanê li navçeyên dimînin wê aliyên şîdetê yên li ser jinê bikin rapor. Em KJA ku me di rêziknameya xwe de jî aşkera kiriye; di ekolojî, aborî, civakî, aştî, aliyên perwerde, tenduristî, dîplomasî û hiqûqî de rêxistibûnê esas digirin. Ev pêvajoya ku me wek kampanya bi nav kiriye, bi jîneolojiya ku KJA’yê esas girti ye re wê her qada jiyanê ji nû ve bigire dest.”
EM HEDEF DIKIN ŞÎDETÊ JI HOLÊ RAKIN
Aktîvîsta KJA’yê Çîmen Alturk jî got ku ew şîdetê di nava 40 rojan de nekarin rakin lê wê bibin xwedî daneyên zanistî û li gorî van daneyan wê îmzeyê bavêjin projeyên ku şîdetê ji holê radikin. Akturk wiha berdewam kir: “Em di her qada jiyanê de hebûn û em ê di pêvajoya aştiyê de jî hebin. Em hedef dikin ku her qadê xurt bikin.”