KJA: Jin û zarokên keç mehkûmî koletiya zayendî tên kirin

KJA’yê, bûyera li Sêrtê ya du zarok keç ên winda yên li mala polîsan hatine dîtin, şermezar kir û nerazîbûn nîşanî zîhniyeta zayendperest a hikûmeta AKP’ê da.

KJA’yê, bûyera li Sêrtê ya du zarokên keç ên winda yên li mala polîsan hatine dîtin, şermezar kir û nerazîbûn nîşanî zîhniyeta zayendperest a hikûmeta AKP’ê da. KJA’yê daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Sêrtê jî wek ‘bi nirxên civakê qerfên xwe dikin’ nirxand.

Kongreya Jinên Azad (KJA) têkildarî du zarokên keç ên li Sêrtê winda bûn û yên li mala polîsan hatin dîtin de daxuyaniyek nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîtîkaya qirêj a AKP’ê li herêmê her roj deşîfre dibe, tacîz, tecawiz, qetilkirin, revandina jinan tê veşartin û bûyerên tên jiyîn jî berevajî tên nîşandan, hewl tê dayîn di nava civakê de hewayek cuda bê afirandin û rewa were nîşandan. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Pêşî li bicihanîna edaletê digirin û dibêjin ‘bi daxwaza xwe kiriye’ û daxistina tehrîkê pêk bînin. Bi vê yekê pêşî li kuştinên jinan vedikin.”

MIDÛRIYETA POLÎSAN BI NIRXÊN GEL QERFÊ XWE KIR

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî îxbara du keçên li Sêrtê her du keç li mala polîsan hatine dîtin û wiha hate gotin: Midûriyeta Polîsan a Sêrtê bi daxuyaniyeke ku qerfên xwe bi nirxên gel dike, bûyer vegotiye û dibêje ku; Zarok bi daxwaza xwe ji bo dema xwe derbas bikin çûne mala polîsan’. Ev daxuyanî hukma gotinê tine dike û jin û zarokên keç ên mehkûmî koletiya zayendê hatine kirin û jiyana wan li dijî vê zîhniyetê veguheriye kaosê. Tiştên hatine jiyîn êrîşa li dijî beden, jiyana jinê ye. Mafê jiyana azad nade jinê. Jinê ji por bigire heta neynûkên wê, heta qetilkirina wê ji her cure mudaxaleyê re vekirî dihêle. Bi taybet jî di dema desthilatdariya AKP’ê de ev zêde bûye.”

EM Ê TÊKOŞÎNA RÊXISTÎNÎ BILIND BIKIN

KJA’yê da zanîn ku bûyerên li Sêrtê tên jiyîn careke din nîşan daye ku divê têkoşîna rêxistinkirî mezin bibe û got: “Em bûyera li Sêrtê bi nefret şermezar dikin û dipên ku berfirehiya vê bûyerê derkeve holê. Em ê şopdarên vê dozê bin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”