KJA: Berxwedana wan berxwedana me ye
KJA'yê nerazîbûn nîşanî girtina JINHA û saziyên çapemeniya azad da û got, "Berxwedana JINHA û hemû saziyên çapemeniya azad, berxwedana me ye."
KJA'yê nerazîbûn nîşanî girtina JINHA û saziyên çapemeniya azad da û got, "Berxwedana JINHA û hemû saziyên çapemeniya azad, berxwedana me ye."
Kongreya Jinên Azad (KJA), li ser girtina Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) û saziyên çapemeniya azad daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "JINHA tevî jinên ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin, di rastiyê de tawîz neda, bi vî rengî xebitî û hem bû nirxekî têkoşîna jinê hem jî, bû dengê jiyana me."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku JINHA'yê serî li ber zordarî, polîtîkayên qedexe û qetlîamker ên faşîzmê serî netewandiye û bi dayîna her şêwe berdêlan bûye hêz û moral ji bo têkoşîna jinê.
Di daxuyaniya KJA'yê de hat gotin, "Berxwedana hemû saziyên çapemeniya azad ên bi biryarnameyan hatine girtin, berxwedana me ye."
KJA'yê herî dawî bang li hemû jinên alîgirê rastî û ronahiyê û endamên KJA'yê kir, ku weke nûçegihanên dildar ên JINHA'yê bixebitin û têkoşîna jinê ya azad xurt bikin.