KJA banga têkoşîna li dijî hovîtiya li Şakranê kir

KJA'yê nerazîbûneke tund nîşanî pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li Girtîgeha Şakranê li dijî girtiyên zarok tên kirin. KJA'yê banga xurtkirina têkoşîna azadiya jinê kir.

KJA'yê nerazîbûneke tund nîşanî pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li Girtîgeha Şakranê li dijî girtiyên zarok tên kirin. KJA'yê banga xurtkirina têkoşîna azadiya jinê kir.

KJA (Kongreya Jinên Azad) der barê pêkanînên li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku sê zarokên keç ên kêmî 18 salî, bi hinceta ducanî ne li hucreyên yek kesî hatine ragirtin  û bi ekîbeke taybet re rastî îşkenceya psîkolojîk hatine. KJA'yê got, "Zîhniyeta desthilatdar a bi serdestiya mêr, pêkanînên xwe yên derveyî mirovahiyê bi ekîbên taybet re li dijî zarokan dimeşîne."

'POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê RÊ LI BER QIRKIRINÊ VEDIKIN'

KJA'ê ragihand ku di encama polîtîkayên bi mejiyê mêr û li derveyî mirovahiyê yên AKP'ê, jin tên qirkirin û got, "Ji bo dawî li van polîtîkayên barbar û derveyî mirovahiyê yên dewletê bê, em bang li hemû derdorên hestiyar dikin ku têbikoş in û têkoşîna azadiyê ya jinê xurt bikin."

KJA bi nefret ev bûyer şermezar kir û xwest tavilê bê ronîkirin û kiryar werin cezakirin.