Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Kişanak: Divê jin mohra xwe li hilbijartinê bixin

Hevşaredara Şaredariya Mezin  a Amedê Gultan Kişanak, ku li Girtîgeha Kandirayê rehîn e, derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê nameyek nivîsî.

Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak di nameya xwe de bal kişande ser daxwazên partiyan ên derbarê jinan, got, di hilbijartina 24’ê Hezîranê de gelek partiyên ku berê qet behsa jinan nedikirin di lîsteyên xwe de cih dane jinan, ji bo jinan ji cihê têr pir sozan didin û got, ‘’Ev ji hêlekê ve baş e, bi kêmanî baş e ku dizanin li vî welatî jin jî hene’’.

‘DEMA WÊ YE KU JIN MOHRA XWE LI SIYASETÊ BIXIN’

Kişanak bi domarî got, ‘’Rastiyek e ku di vê mijarê de HDP gellekî li pêş e. Di nav HDP’ê de destkeftî hene ku jinan bi keda xwe bi dest ve anîne. Niha dema wê ye ku jin mohra xwe li siyasetê bixin. Bi girtina me xwestin nîşan bidin ku siyaset karekî bi risk e û hemû jinan bitirsînin, wan ji siyasetê dûr bixin. Em netirsiyan, natirsin. Jixwe dema ku em bi rê ketibûn, me gotibû, ‘’Ji bo dahatû, azadî, siberoj û mafên xwe hewce bike em hazir in ku berdêlan bidin.’’

‘DIVÊ EM VÊ TARÎKIRINÊ JI HOLÊ RAKIN’

Gulten Kişanak di nameya xwe de bal kişande ser sansûra li ser HDP’ê û got, ‘’HDP li gel ku bi îdîaya temsîla wekhev e û ji cihê ku wê werin hilbijartin gelek jin kirine namzet jî, em di çapemeniyê de, ya ku em dişopînin, namzetên jinan ên HDP’ê û polîtîkayên jinan ên HDP’ê nabînin. Em bi helwesta çapemeniyê zanin, ev rewş ne tenê ji ber wê ye ku HDP’ê nabînin, her wiha ev li bara jinê xwe kor û kerrkirin e. Em dizanin ku li vir, li bara HDP’ê zayendîparêziyê jî dikin. Lê divê em rêyekê bibînin ku vê tarîkirinê ji holê rakin.’’

‘EM DIXWAZIN KÊTILÊN WE BIBÎNIN’

Gulten Kişanek bi berdewamî got, ‘’Hinekî li kesên ku li girtîgehê ne bifikirin, rast e, kêtila me heye, carinan pê mesajan dinivîsin lê em kêtilên we nabînin. Em dixwazin hinekî jinan jî bibînin. Ji bo xatirê jinên li girtîgehê rêyekê bibînin, em dixwazin we, jinan bibînin.’’

‘JINÊN CIWAN KIRDEYÊ TÊKOŞÎNÊ NE’

Kişanak bang li jinên ciwan jî kir ku xwe tevlî nav kar bikin û got, ‘’Ez bang li jinên ciwan dikim, ji kerema xwe, vî karî ji namzetan re û kesên bi çalakî dixebitin, ji wan tenê re nehêlin. Bi milyonan jin ku xwediyê esîl ên têkoşîna azadiyê ne, her yek ji me em kirdeye vê têkoşînê ne. Em hemû milikan biçikînin û bibêjin, ev kar TAMAM E.’’

‘EM DÎROKÊ BINIVISIN’

Hevşaredara  Şaredariya Bajarê Mezin Gulten Kişanak herî dawî gotina Buldan bi bîr anî û got: ‘’Hevşaredara me Birêz Pervîn Buldan gotibû em tifaqê bi jinan re datînin. Em dixwazin vê di kampanyayê de û di encamên hilbijartinê de bibînin. Hûn ê bibêjin, ‘’heke hêsan be, hûn werin bikin’’ lê bawer bikin em jî li vir vala nasekinin. Em hewl didin ku çûkan jî qanih bikin ku dengê xwe bidin Demîrtaş û HDP’ê. Ez dibêm qey em têra xw serkeftî ne jî. Em ê çîroka we ya serkeftinê 24’ê Hezîranê bixwînin. Lê hûn dizanin, beriya xwendinê divê mirov binivîsîne. De em dîrokê binivisin. Em mohra xwe li hilbijartina 24’ê Hezîranê bikin. Em encameke wiha bistînin ku 7’ê Hezîranê jî hesûdiyan bike.’’