Kemalbay di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kir

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Serpîl Kemalbay ku di 13’ê Sibatê de, li ber Edliya Enqerê hatibû binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir. Polîsan Kemalbay xistine hucreya ji bo kesekê û polîs cilên Kemalbay nadinê.

Li gorî agahiyên Buroya Çapemeniya HDP’ê, Kemalbay li dijî bêmafî, binçavkirin û lêpirsîna bêhiqûqî dest bi greva birçîbûnê kir.

‘EM Ê BI HEV RE  BI SER BIKEVIN’

Kemalbay bi rêya parêzerên xwe ev peyam şand;

 “Em ê civakek demokratîk, wekhev, azad ava bikin. Em ê bi hev re têbikoşin û bi hevre di nava aştiyê de bijîn. Wê têkoşîna me ya derve û hundir berdewam bike. Em ê qezenc bikin, wê jin qezenc bikin û hemû gel wê qezenc bikin.”