Keça Şengalê Şîrîn li Kolnê semîner da

Şîrîn a Şengalî li Kolnê hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê vegot.

Burgerzentrum MuTZe ya li bajarê Kolnê ya Elmanyayê malovanî ‘Ji Keçên Şengalê’ Şîrîn re kir. Di beşa yekemîn a semînerê de ku moderatortiya bernameyê Endama Meclîsa Şaredariyê ya Konê ya Partiya Çep Hamîde Akbayir kir, Şîrîn bi desteka Alexandra Cavelur û Jan Kizilhan, ji pirtûka xwe ya Keçên Şengalê ku trajediya keçên Şengalê vedibêje, pirs kirin û li ser axivî.

Di beşa duyem de jî Şîrîn bersiv da pirsên beşdaran. Her wiha hunermend Denîz Derman û Nazê jî piştgirî dan bernameyê.

‘DIVÊ TEVAHÎ JIN PIŞTGIRIYÊ BIDIN HEV’

Şîrîn di axaftina xwe de got; “Ne tenê ji bom in, ji bo her jinên ku di dest DAÎŞ’ê de dîlgirtî ne, ez ê têbikoşim. Helbet em ji tevahî jinan li benda piştgiriyê, piştevaniyê ne.” Şîrîn di dewama axaftina xwe de got hê jî dayika wê di dest çeteyan de esîr e.

Şîrîn diyar kir ku pêwîst e tevahî jinên cîhanê hêzên xwe bikin yek.

Pirtûka Şîrîn a bi navê 'İch Bleibe Eine Tochter Des Lichtes' (Ez ê wek keça rojê bimînim) ji hêla Europa Verlag hat çapkirin.