KCDP: Di meha Tîrmehê de mêran 25 jin qetil kirin
KCDP’ê ragihand ku di meha Tîrmehê de 25 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 9 ji wan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
KCDP’ê ragihand ku di meha Tîrmehê de 25 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 9 ji wan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya Tîrmeha 2023’an eşkere kir. Li gorî raporê di meha Tîrmehê de 25 jin hatine qetilkirin û 9 ji wan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Piraniya jinan ji aliyê mêrê ku pê re zewîcîbûn, hatine qetilkirin. Ji sedî 48’ê jinên ku di vê mehê de hatine qetilkirin di malên xwe de û sedî 64 jî bi çekan hatine qetilkirin.