KCDK-E û Civaka Azad a Ewûstûryayê ji bo Ahmedî peyama sersaxiyê weşand

KCDK-E û Civaka Azad a Ewûstûrya ji bo Nîna Ahmedî ku li paytexta Avûstûrya Viyanayê dijiya û salên dirêj di xebatên cuda nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ked da vê sibê rehmet kir, peyama sersaxiyê weşandin.

Di peyamên sersaxyê de bal hate kişandin li ser kesayeta têkoşer a Ahmedî.

KCDK-E di peyama xwe de wiha got; “Wefata Nîna Ahmedî xemgîniyek mezin e. Serî de serê malbatê û hemû Kurdistaniyan sax be.

Jina Kurd Nîha Ahmedî serî de ragihandina azad û gelek herêman xebat meşand û bi fedekarî û girêdanbûna xwe ya bi têkoşÎnê re li Ewûstûryayê hevrêya me ya jin ku gelek dihate heskirin bû.

Hevrêya me ya jin Nîna Ahmedî heta nefesa xwe ya dawî girêdanbûna xe ya bi têkoşîn û Rêbertiyê re anî ziman. Li ber bîranîna Nîna Ahmedî carek din bi rêz darî em bejna xwe ditewînin.”

CIVAKA AZAD: BI SALAN JI BO AZADIYA KURD TÊKOŞIYA

Civaka Azad a Ewûstûrya jî di peyama xwe de wiha got; “Îro  kedkara 30 salan Heval Nîna rehmet kir. Li Ewûstûryayê kedkara azadiya jin û têkoşîna azadiya Kurd bû û bi salan ji bo azadiya Kurd têkoşiya.

Her demê ji bo azadiya jinê li her qadê têkoşiya. Heta nefesa xwe ya dawî jî baweriya xwe ya bi têkoşînê winda nekir. Em gelek ji te hez dikin û li beramberî têkoşîna te dayî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Serê malbat û gelê Kurd sax be.”