BI DÎMEN

KBDH'ê bang li jinan kir ku îsyanê mezin bikin

Berdevka KBDH'ê Hêvî Sarya di salvegera damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) de axivî û got, "Li dijî faşîzmê û serweriya mêr em bang li jinan dikin ku serhildanê mezin bikin û ber bi şoreşa jinê ve bimeşin."

SALVEGERA DAMEZRANDINA KBDH'Ê

Berdevka KBDH'ê Hêvî Sarya di salvegera damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBHH) de daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna ku li dijî faşîzm û serweriya mêr tê meşandin wê bi ser bikeve û got, "Em ê teqez bi ser bikevin. Têkoşîna me ya ji bo sosyalîzm û şoreşa me ya jinê wê teqez bi serketinê tacîdar bibe. Ya serketin, ya serketin."

Hêvî Sarya got, "8'ê Adara 2024. Di demeke bi vî rengî ya dîrokê de weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan me 6 sal li pey xwe hiştine. Em salvegera xwe ya damezrandinê ya 7'emîn pîroz dikin. Di vê kêliya dîrokî de ku têkoşîna me ya azadiya jinê, şoreşa me ya jinê bi coş dewam dike, em serbilind in ku KBDH weke çepereke girîng a têkoşînê, weke rêxistineke leşkerî û polîtîk a jinê vê alê bilind dike. 8'ê Adarê di heman demê de salvegera damezrandina Rêxistina Jinê ya MLKP/Komunîst e ku yek ji rêxistinên ji pêkhateya me ya KBDH'ê ye. Em dixwazin Rêxistina Jinê ya Komunîst a ku 9 sal li pey xwe hiştiye bi hezkirin, hurmet pîroz bikin." 

'TÊKOŞÎN ME YA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ WÊ BI SER BIKEVE'

Hêvî Sarya destnîşan kir ku KBDH di têkoşîna dijî serweriya mêr, têkoşîna dijî kapîtalîzm û sermayeyê û têkoşîna dijî faşîzm û mêtingeriyê de xwedî cihekî girîng e û got, "KBDH li cografyaya Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê têkoşîna zayendî û têkoşîna li dijî faşîzm û mêtingeriyê ve xwedî cihekî diyarker e. Di heman demê de hatiye wê wateyê ku jin li ser vê bingehê bibin yek. KBDH ji bo yekbûna rêxistinên jinan ên xwedî fikir û stratejiyên cuda ne, pîvanan temsîl dike. Ne tenê ji bo rola xwe ya li Tirkiye û Kurdistanê her wiha ji bo rola xwe ya li Rojhilata Navîn û cîhanê me ev yek weke gaveke dilnizm pênase kir û em hewl didin vê gava dilnizm bi pêş ve bibin. Weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan em dixwazin Delal Amed a ku bi ked, dil, aqlê xwe doh bi me re bû, lê îro tevlî karwanê nemiran bûye, hevala me Nûdem, Aynûr Ada, Ceren Guneş bi taybetî bi bîr tînin.  Her wiha hevrêyên xwe yên jin ên şoreşger, sosyalîst, komunîst û welatparêz ên ku nikarin navê hemûyan bilêv bikin, hevrêyên xwe yên jin ên bûn mîna stêrkê bi hezkirin, hurmet û dilsoziyê bi bîr tînin. Di vê qonaxê de herî dawî em dixwazin vê bibêjin; li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna me ya li dijî serweriya mêr, serweriya sermayeyê û faşîzmê wê teqez bi ser bikeve. Em bang li jinan hemûyan dikin ku li dijî serweriya mêr û faşîzmê îsyanê mezin bikin û ber bi şoreşa jinê ve bimeşin. Em ê teqez bi ser bikevin û têkoşîna me ya sosyalîzm û şoreşa me ya jinê wê teqez bi serketinê tacîdar bibe. Ya serketin, ya serketin."