KBDH: Çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê têk çûn wê faşîzma ku şirîkê wan e jî têk biçin

Konseya Giştî ya KBDH'ê: Li her qada ku em lê ne, me li dijî faşîzma AKP û MHP’ê ya mêrserwer û çeteyên DAÎŞ’ê hemû derfetên xwe seferber kirin û ji bo têkbirina wê şer dikin. Çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê têk çûn wê faşîzma ku şirîkê wan e jî têk biçin.

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Berî 9 salan li Şengalê DAIŞ’ê êrîş û qirkirinek mezin li dijî civaka Êzidî pêk anî. Civaka Êzidî ev qetlîamên li ser axa xwe ya pîroz wekî ferman bi nav kir. Di dema Fermana 73’emîn de bi deh hezaran Êzidî neçar man ku axa xwe biterikînin, bi hezaran Êzidî jî hatin kuştin, bi hezaran jin û zarok jî wekî xenîmet hatin dîtin û wekî koleyan hatin firotin.

Fermana 73’emîn ya li dijî gelê Êzidî bi desteka nepenî ya hêzên emperyalîst û rejîmên hevkar ên herêmê pêk hat. DAIŞ'ê di sala 2014'an de bi desteka rasterast a dewleta Tirk û bi lihevkirina hêzên PDK'ê ev komkujî kir. Dema ku ev qetlîam li dijî gelê Şengalê hate kirin, hemû dinyayê ew bi tenê hiştin.

Dema ku pêşmergeyên PDK'ê reviyan û ji Şengalê derketin, berxwedana bi pêşengiya 12 gerîlayan li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê, nehişt ku Êzidî bi temamî bên qetilkirin. 12 gerîlayên qehreman ên ku hatin alîkariya gelê Şengalê û bi korîdora ewlekariyê ya ku vekirine civaka Êzidî ji koletiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û ji bo vê yekê canê xwe feda kirin. Bi pêşengiya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) civaka Êzidî, çeteyên DAIŞ’ê ji xaka Şengalê derxistin û derbeyên giran li çeteyan dan. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekitiyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku di encama vê têkoşînê de hatin avakirin, weke rêxistinên xweparastinê li dijî çeteyên DAIŞ û êrîşên DAIŞ’ê bûn garantiya jiyana azad a civaka Êzidî.

Hikûmeta Iraqê û pêşmergeyên PDK'ê yên ku dema çeteyên DAIŞ'ê axa Şengalê dagir kiribûn ji herêmê derketin, rêveberiya xweser a ku piştî têkçûna DAIŞ'ê hate avakirin ji bo xwe weke xetereyê dibînin. Li ser vê bingehê ji bo qelskirin û tasfiyekirina rêveberiya xweser di her firsendê de êrîşên xwe zêdetir dikin. Hêzên PDK’ê li ser Şengalê dorpêçê dikeû di heman demê de agahiyên îstîxbaratê dide rejîma Erdogan.

Faşîzma AKP-MHP’ê di dema Komkujiya Şengalê de bêdeng ma û rêveberiya xweser a piştî têkçûna leşkerî ya DAIŞ’ê hate avakirin ji bo xwe weke xeteriyek dît û bi êrîşên hewayî nûnerên civaka Êzidî kir hedef. Nexweşxane, dibistan û cihên sivîlan yekser bûne hedefa êrîşên hewayî yên dewleta Tirk. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku rêveberiya xweseriya demokratîk a li Şengalê hatiye avakirin wekî dijminê xwe dibîne, ji bo rêveberiya xweseriya demokratîk bifetisîne, gefa dagirkeriyê ya ji bejahiyê ve, di rojeva xwe de dihêle. Dibêje Şengal wê nebe ‘Qendîla duyemîn’ û hewl dide îradeya demokratîk a civaka Êzidî û jinan bixeniqîne.

Faşîzma AKP-MHP’ê ku nûnera herî xurt a pergala baviksalarî ye ku hewl dide vîna gelê Şengalê û jinên Êzidî bifetisîne, bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re jî hewl dide îradeya gelan û jinan bifetisîne. Bi xurtkirin û zêdekirina polîtîkayên xwe yên dagirkerî û çewisandinê li Rojava, Başûr û Bakur her roj hewl dide îmhayeke topyekun bike.

Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku desthilatdariya mêr, dagirkerî, qirkirin û jina maqbûl weke şêwazê jiyanê ferz dike û nikare tehemûla Şoreşa Rojava û destkeftiyên jinan bike û çeteyên ku faşîzma AKP û MHP’ê piştgiriyê didin wan, dijminên sereke yên Şoreşa Rojava, destkeftinên jinan û gelên bindest in.

Em weke Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan bi hestên xwe yên herî şoreşgerî û xwişkbûnê şervanên YJŞ’ê yên li dijî faşîzma AKP û MHP’ê û DAÎŞ’ê şer dikin, silav dikin. Li her qada ku em lê ne, me li dijî faşîzma AKP û MHP’ê ya mêrserwer û çeteyên DAÎŞ’ê hemû derfetên xwe seferber kirin û ji bo têkbirina wê şer dikin. Çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê têk çûn wê faşîzma ku şirîkê wan e jî têk biçin.”