Kansera pêsîrê 5 sal berê dikare bê teşhîskirin
Zanistên Danîmarkayî bi rêbazeke ku pêşxistin re, di teşhîsa kansera pêsîrê de gavên girîng avêtin.
Zanistên Danîmarkayî bi rêbazeke ku pêşxistin re, di teşhîsa kansera pêsîrê de gavên girîng avêtin.
Zanistên Danîmarkayî bi rêbazeke ku pêşxistin re, di teşhîsa kansera pêsîrê de avên girîng avêtin. Ji rêbazên di karê çandiniyê de tên bikaranîn sûd wergirtin, bi vê yekê re tehlûkeyeke hêsan a xwînê peyda kirin û bi vî rengî ji vekolînên mamografî bêhtir encamên di cih de bi dest xistin.
Bi rêbaza nû ya li zanîngeha Kopenhagnê hat meşandin re, ku ji teknîkên hilberîna çandiniyê sûd hat wergirtin, tê xwestin ku metod û metabolît û molekul bên lêkolînkirin. Bi vê re ji bo profîla metabolîk bê derxistin, hemû pêkhateyên xwînê tên pîvan.
Di van pîvanan de encamên analîza tê bidestxistin, bi mînakên ku kanser pê re hatiye dîtin, tînin hemberî hev û beriya pençeşêr destpê bike guherînên di pêkhateyan de tê tespîtkirin.
Tahlîla xwînê ya ku di encama lêkolîna pisporên Danîmarkayî de derket holê, ji mamografî yan jî mamogramê encamên bandortir dide. Beriya ku nexweşî çêbibe, 5 sal berê dikare tespît bike.
Ev teknîka ku wek pêşketineke girîng tê hesibandin, ji sedî 80 rastiyê dikare nîşan bide. Bi mamografiyan re jî rêjeya teşhîsa nexweşiyê ji sedî 75 e.
Di çarçoveya lêkolînê de ji 20 salan zêdetir 57 hezar jinên nexweş hatin şopandind û di demek dirêj de bi rêbazên wek vê nexweşiyên din jî wê bikare bê teşhîskirin.