JXK'ê ji bo Konferansa Ewropayê bang kir

Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) wê sibe li Kolnê yekemîn konferansa xwe pêk bînin. Ji komîteya amadekar Lîza Aydin û Lavîn Ozdemîr ji bo konferansa ku wê 2 rojan bidome banga tevlîbûnê kirin.

Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK), ji bo konferansa xwe ya sibe li Kolnê pêk bînin banga tevlîbûnê kirin. Konferans wê bi dirûşma "Zîhniyeta serdest a mêr ji holê rake, zîhniyeta azad a jinê ava bike" pêk were û 2 rojan bidome. Endamên komîteya amadekar a konferansê Lîza Aydin û Lavîn Ozdemîr li ser amadekariyên xwe agahî dan.

Lîza Aydin diyar kir, wê li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest a mêr nîqaşê bikin û got, "Ji gelek bajarên Ewropayê wê jinên ciwan ên Kurd û gelên din tevlî konferansa me bibin. Di roja destpêkê de em ê pêvajoya heyî û şoreşa Kurdistanê ya ku bi pêşengiya jinê pêk tê nîqaş bikin."

'JINÊN KURD JI JINÊN EWROPÎ RE DIBIN HÊVÎ'

Hate ragihandin ku wê nûnerên 6 rêxistinên cuda yên ji 5 welatan weke qiseker beşdarî konferansê bibin. Aydin got, "JXK'ê di nava salekê de rêxistinbûna xwe ji Elmanyayê ber bi gelek bajarên Ewropayê ve berfireh kir û me rêxistinbûna li her devera Ewropayê ji xwe re kir esas. Di vê çarçoveyê de, gelekî girîng e ku jinên ciwan ên Kurdistanî semînereke nîqaş û rêxistinbûnê pêşkêşî jinan hemûyan bikin.

Li dijî polîtîkaya 'mêtingerî û birêvebirina jinê' gelekî girîng e ku em xwedî li nasnameya xwe ya ciwanan û jinan derkevin. Jinên Kurd ên leheng ku li her deverê li ber xwe didin, ji bo jinên li Ewropayê dibe hêvî. Berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir li tevahiya dinyayê deng vedaye. Jin wê bi rêxistinbûna xwe ya bi vî ruhê berxwedanê dinyayê biguherîne. Jinên ciwan ên li dîasporayê ne, em bang li hemûyan dikin ku di vê çarçoveyê de 13'ê Nîsanê tevlî konferansa me ya Ewropayê bibin. Werin em bi hev re dîroka xwe biguherînin."

NÛNERÊN 6 RÊXISTINAN WÊ TEVLÎ KONFERANSÊ BIBIN

Ji komîteya amadekar Lavîn Ozdemîr jî anî ziman, Konferansa JXK'ê ji bo wan gelekî watedar e û ew dixwazin jinên ciwan ên li Ewropayê li hev bicivînin. Lavîn Ozdemîr ragihand, di vê pêvajoyê de ku tecrîd û berxwedana grevên birçîbûnê dewam dike, lidarxistina konferansa ciwanan gelekî girîng e û got, "Ji bo nîqaşkirina serhildana li dijî baviksalariyê û têkoşîna li dijî wê, konferansa me wê bibe panelek. 6 qiseker wê tevlî bibin.

Tevî beşa pirs û bersivan, wê konferansa me xwedî bernameyeke şevê be. Roja 2'emîn a konferansê wê girtî be û tenê endamên JXK'ê wê tevlî bibin. Yên dixwazin tevlî karê JXK'ê bibin wê karibin tevlî bernameya roja 2'emîn bibin. Bi navê xwendekarên jin em bang li jinên ciwan hemûyan dikin ku tevlî konferansê bibin. 13'ê Nîsanê em li bajarê Kolnê yê Elmanyayê tevlî konferansê bibin."