JKŞ’ê serhildana li Rojhilat silav kir

JKŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê silav kir û got: “Em mezinkirina vê tevgera gel a bi pêşengiya jinan, rejîma Îranê dike armanc ji xwe re wek erk dibînin.“

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ), têkildarê qetilkirina Jîna Emînî li Îranê û qetilkirina leşkera jin Anûş Abetyan li Ermenistanê daxuyanî da.

Di daxuyaniya JKŞ’ê de wiha hat gotin:

“Em, Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve hat destgîrkirin û bi êşkence hat qetilkirin û leşkera jin a Ermenistanê Anûş Abetyan a bi êrîşa zayendî û êşkenceya leşkerên Azerî hat qetilkirin ji bîr nakin, em ê hesab ji pergala pederşahiyê bipirsin. Ev êrîşên hovane yên zayendperest ên li xwişkên me Jîna Emînî û Anûş Abetyanê hatin pêkanîn, dişibin pêkanînên DAÎŞ’a faşîst. Êrîşên polîtîk ên bi heman hişmendiyê xwedî dibin û ji heman zemînê îdeolojîk hêzê digirin.“

‘EM LI HER DERA CÎHANÊ ZEND Û BENDAN BADIN’

JKŞ’ê destnîşan kir ku pergala kapîtalîst a bi serdestiya mêrane tu mafê jînê nade jinan û wiha dewam kir: “Ev serhildana li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, li dijî pergala serdestiya pederşahiyê ye. Li dijî xizanî, zext û mêtingerî û zayendperestiyê ye. Ji bo geş kirina agirê vê serhildanê, veguherandina têkçûna rejîma paşverû, îslamîst em li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li her dera cîhanê zend û bendan badin. Em ê bi hêza şoreşa jinan a Rojava li dijî hemû pergalên mêrane yên li hemû parçeyên Kurdistanê li şer dewam bikin.“

JKŞ’ê jinên bi rojan in tevî hemû êrîşan li Rojhilat li qadan in silav kirin.