'Jiyana azad li ser xeta Bêrîtan ava dibe'
Erzîncan got, "dema jin xwe bi nasname û hişmendiya jinê bi rêxistin dikin û li ser bingeha azadiya jinê xwe bi têkoşînê ji nû ve dafirînin, hemû çeperên zîhniyeta serdest yek bi yek hildiweşînin."
Erzîncan got, "dema jin xwe bi nasname û hişmendiya jinê bi rêxistin dikin û li ser bingeha azadiya jinê xwe bi têkoşînê ji nû ve dafirînin, hemû çeperên zîhniyeta serdest yek bi yek hildiweşînin."
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, bi wesîleya salvegera 24. a şehadeat Gulnaz Karataş (Bêrîtan) axivî.
Erzîncan di destpêka axaftina xwe de rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn nirxand û diyar kir, li Iraq, Sûriye û gelemperiya herêmê şerekî gelekî dijwar diqewime ku weke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê pênasekirin.
'ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CîHANÊ LI DIJÎ JINAN Û GELÊN BINDEST E'
Erzîncan got, "Tirkiye jî di nava vî şerî de ye. Erdnîgariya Kurdistanê bi temamî di nava vî agirî de ye. Şerê 3. ê Cîhanê yê li Rojhilata Navîn diqewime, di heman demê de şerê li dijî jinê, şerê ji nû ve kolekirina mirovan û şerê parvekirinê ye."
Erzîncan diyar kir, di şexsê tevgera azadî û şoreşger PKK'ê de hewl tê dayîn, tevgera jinê ya azad bê qedandin.
Erzîncan destnîşan kir, ku divê Şerê 3. ê Cîhanê yê li herêmê diqewime weke "şerê li dijî jinan, gelên bindest û baweriyan" bê pênasekirin.
'TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYA JINÊ TÊKOŞÎNEKE GERDÛNÎ YE'
Besê Erzîncan da xuyakirin, ku têkoşîna wan a azadiya jinê, têkoşîneke gerdûnî ye û bibîr xist, ku pirsgirêkên azadiya jinê ne tenê pirsgirêkên jinên Kurd e; prsgirêkên jinan li nava hemû netewe û çandan dişibin hev.
Li gorî Erzîncan li Rojhilata Navîn jin di nava krîzê de ne û anî ziman, weke tevgera jinê projeya wan a jiyaneke alternatîf, wekhev û azad heye. Erzîncan diyar kir, di çarçoveya modela neteweya demomkratîk jin dikarin azadiya xwe bi têkoşîn û şerê xwe bafirînin û got, "Tevî jinên Tirk, Fars, Suryanî, Ermenî, Çerkez, Xiristiyan, Yahûdî û jinên ji hemû baweriyan em dikarin modela jiyanek hevpar li qada civakî ava bikin. Em bi hev re dikarin pêşengiyê ji avakirina jiyanê re bikin."
'XETA BÊRÎTAN DI ŞEXSÊ ARÎN MÎRKAN DE LI KOBANÊ JI NÛ VE ZINDÎ BÛ'
Di vî warî de Erzîncan bal kişand ser Şoreşa Rojava ku weke şoreşa jinê tê pênasekirin û got, "Jin li Rojava bi nasnameya xwe ya azad pêşengiyê ji jiyaneke nû re dikin. Bi mejî, reng û vîna jinê tevlî jiyanê dibin. Jin li qadên xweparastin, siyaset, rêxistinbûn, dîplomasî, çapemenî û gelek cihên girîng di asteke xurt de dixebitin. Di nava vî karî de tecrûbeyên dîrokî yên tevgera PKK'ê û tevgera me ya jinê hene, ku bi pêşengiya Rêber Apo ava bûn. Xeta hevrê Bêrîtan di şexsê hevala Arîn Mîrkan de şênber bû û têkoşîna me mezintir bû. Berxwedana ku hevala Bêrîtan di sala 1992'an de nîşan da, di sala 2014'an de li Kobanê di şexsê Arîn Mîrkan de ji nû ve zindî bû."
'BÊRÎTAN NÎŞANEYA NASNAMEYA JINÊ YE'
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir, Bêrîtanbûn tê wateya fermandariya di şer de, pêşengiya jiyanê û dilsoziya bi ax û hevrêyên xwe re.
Erzîncan bibîr xist, ku ev asta pêşengiyê ya têkoşîna azadiya jinê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan ve hatiye nirxandin û di şexsê Bêrîtan de di sala 1993'an de artêşa jinê hatiye avakirin.
Di dewama axaftina xwe de Erzîncan got, "Hevala Bêrîtan tê wateya hişmendî û nasnameya jinê. Di roja îro de jî li ser nirxên ji aliyê hevala Bêrîtan ve hatine afirandin, li her parçeyên Kurdistanê xeta azad û rêbaza jiyanê ya jinê mezin dibe. Îro li dora jinên kurd jiyaneke azad ava dibe. Bi vê wesîleyê em hevala Bêrîtan a di 25'ê Cotmeha 1992'an de şehîd bû, bi rêzdarî bibîr tînin. Weke tevgera azadiya jinê, em ê bi mezinkirina têkoşîna azadiya jinê bibin bersiv ji bîranîna wê re."
Erzîncan got, "dema jin xwe bi nasname û hişmendiya jinê bi rêxistin dikin û li ser bingeha azadiya jinê xwe bi têkoşînê ji nû ve dafirînin, hemû çeperên zîhniyeta serdest yek bi yek hildiweşînin."
'DI 3'Ê TEBAXÊ DE LI ŞENGALÊ XIYANET HAT KIRIN'
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser fermana 73'an a li Şengalê rabû, ku weke encama xiyanetê tê dîtin û di çarçoveya sekna Bêrîtan a li dijî xiyanetê, helwesta jinên Êzidî nirxand.
Li gorî Erzîncan nêzîkatiya li Şengalê nêzîkatiya gel û baweriyan e û got, "Şengal û civaka me ya Êzidî yek ji bawermendên herî kevn ên dîroka mirovahiyê ne. Ji ber ku rastiyeke wan a bi vî rengî ya resen heye û bi biryardarî, bi hezaran salan ev rastiya xwe parastin, 73 ferman li wan rabûn. Li dijî van fermanan jî timî li ber xwe dan."
Erzîncan bibîr xist, ku di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de PDK'ê Şengal terikand, civaka Êzidî di nava komkujiyê de hişt û got, "Ji ber vê yekê bi hezaran jin û zarokên Êzidî ketin destê çeteyên hov. Dest avêtin wan. Bi hezaran Êzidî bi rengekî komî hatin kuştin. Kî çi dibêje bila bêje; ya hatiye kirin weke xiyanetê li nava rûpelên dîrokê hatiye nivîsandin. PDK hê jî dixwaze vê rastiyê veşêre. Halbûkî herî zêde civaka me ya Êzidî ya li wir dijî, bi vê rastiyê dizane. Eger hêzên PKK'ê li vê herêmê nebûna, wê temamiya Êzidiyan ji vê xakê bihatina derxistin û bi sed hezaran kes hatibûna kuştin."
'BÊRÎTAN NAVÊ SEKNA LI DIJÎ XIYANETÊ YE'
Di vê nuqteyê de Erzîncan destnîşan kir, ku sekna Bêrîtan navê sekna li dijî xiyanetê ye û wiha dewam kir, "Têkoşîna me ya azadiya jinê, di salvegera 24. a şehadeta hevala Bêrîtan de, ne tenê li Kurdistanê li gelemperiya cîhanê mora xwe daniye binê pêşketinên mezin. Sîstema me ya jinê, li her qada jiyanê ji bo afirandina jiyaneke ekolojîk, demokratîk û azad dixebite. Jiyanê bi hişmendî, vîn û rengê jinê ji nû ve dafirîne. Em jiyanê bi zanistiya jinê jineolojiyê ji nû ve dinirxînin. Dîroka jinê ya hatiye windakirin, ked, berxwedan û xweparastina jinê bi têkoşîna me re ji nû ve zindî dibe. Dîrok bi çavên jinê ji nû ve tê nivîsandin."