‘JINHA kelecana xwe ji baweriya bi jinê digre’

Bi daxuyaniya çapemeniyê ve ku bi pêşengiya AOHP pêk hat, biryara girtinê ya li dijî çapemeniya azad û mûxalîf hat şermezarkirin.

Gelek kesên ku li ser banga Platforma Nûçeyên Ozgu ya Enqereyê (AOHP) li Cadeya Yukselê kom bûn, biryara girtinê ya li ser çapemeniya azad û mûxalîf ku DÎHA û JINHA jî tê de ye, bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kirin.

Di çalakiyê de ku pankarta “JINHA ya dengê jinên cîhanê ye, dengê jinan nayê qutkirin” hat vekirin, dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin” hatin berzkirin.

Li ser navê komê nûçegîhana JINHA’yê ya Enqereyê Habîbe Eren daxuyanî xwend. Eren bal kişand ku yekemîn ajansa nûçeyan a jinê JINHA ji hêla zîhniyeta zilamserwer a dewletê her tim wek taloke hat dîtin, got tevî hemû zextan jî şoreşa jinê ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn gîhandine cîhanê.

Eren diyar kir ku bêyî bibêjin “bê zilam dê bibêjin çi”  nivîsandine û wê binivîsînin jî, anî ziman ku wê JINHA her tim bibe dengê şoreşa jinê.

Eren bi bîr xist ku hê jî hevalên wan di girtîgehê de ne, îfade kir ku wê li dijî Erdogan û zihniyeta wî têkoşîna jinê bimeşînin û got; “Em dibêjin bijî piştevaniya jinê. Ji ber ku em kelecana xwe ji baweriya bi jinê digirin.”