Jineolojî wê tora zanînê bi jinên Arjantînî re bihûne

Li Arjantînê, komîteya hevgirtina jinan a Kurdistanê bi sernavê "ji bo azadiya me paradîgmayeke nû: jineolojî" ji bo jineolojiyê bide nasîn gelek bername li dar xistin.

Li Arjantînê, komîteya hevgirtina jinan a Kurdistanê bi sernavê "ji bo azadiya me paradîgmayeke nû: jineolojî" ji bo jineolojiyê bide nasîn gelek bername li dar xistin. Tûra pêşî ya bernameyê qediya. Bernameyên ku bi sernavê "ji bo azadiya me paradîgmayeke nû: jineolojî" têne kirin, li Amerîkaya Latîn ji du salan û vir ve ye, ji bo danasîna tevgera jinan xala fetlonekê ye. Di bernameyan de ji Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê Zîlan Diyar bû qiseker.

Komîteya hevgirtina bi jinên Kurdistanê re (Comite de Mujeres en solidaridad con Kurdistan) got: Bi vê xebatên em dixwazin xebatên danasîna tevgera jin a li Amerîkaya Latîn gaveke dîtir bi pêş ve bibin. Armanca me ew e ku em komîteyên hevgirtinê berbelav bikin û xebatên derbarê jineolojiyê (komên lêkolînê, perwerdehî û hwd.) berbiçav bikin.

Komîteyê diyar kir broşûra bi mebesta danasîna Jineolojiyê bi Spanyolî hatiye amadekirin û diyar kir ku ew armanc dikin li Buenos Aîres, Rosarîo û li Cordobayê bi panêl û semîneran jineolojiyê bidin nasandin. Her wiha li Buenos Aîresê 23-24’ê Cotmehê wê bername werin lidarxistin. Bi piranî akademîsyen, femînîst, aktîvîstên jin ên Arjantînî wê tevlî kampa Jineolojiyê bibin. Her wiha ji Uruguay û Şîliyê jî wê beşdar hebin.

BERNAMEYA PÊŞÎ LI ZANÎNGEHA ROSAÎRO

Bernameya pêşî 15’ê Îlonê li Rosarîo çêbû. Rosarîo ew bajar e ku Che Guevera demekê le mabû. Li Zanîngeha Rosarîo, li Fakulteya Teknîkê ya Perwerdehiyê bername hate çêkirin. Bername bi banga komîteya hevgirtina jinê ji hêla kursiyê bi navê Extencîon ê zanîngehê û Ciwanên Guevarîst ve (Comite de Mujeres en solidaridad con kurdistan) hate amadekirin. Li vir li ser dîyalektîka tevgera jinê û têkiliya wê ya bi jineolojiyê re gotebêj hatin kirin. Her wiha rexneyên jineolojiyê yên li ser zanistên sosyal û derbarê metodolojiya jineolojiyê jî agahî hatin dayin.

16'ê Îlonê jî li Rosaîroyê derbarê jineolojiyê komeke jinan rojekê perwerdehî dan.

LI KAMPA PERWERDEHIYA GEL GOTARA JINEOLOJIYÊ

17'ê Îlonê panêla duyemîn li Rosarîo, li kampa Educacîon popular (Perwerdehiya Gel) hate dayin ku Panuleos En Rebeldîa bi xîtaba parzemînê çêdike. Li hêwana perwerdehiyê posterên têkoşerên gel ên Amerîkaya Latîn hatin daliqandin û her wiha wêneyên Sakîn Cansiz jî hatibû daleqandin.

Di roja duyemîn de  panêleke bi navê Jineolojiyê hate dayin. Di panêlê de li ser navê komîteyê Zîlan Diyar axivî, Diyar got: "Em pê serbilind in ku li van xakan in ku di bîra têkoşer a Kurdan de cihê xwe heye û em niha ceribandinên xwe bi we re par ve dikin. Em kêfxweş in ku li vê parzemîna ku ji bo me bûbû hêvî, em bûne hêvî." Diyar diyar kir di geşedana diyalektîka Tevgera Azadiya Kurdistanê de rola perwerdehiya domar girîng e û got, akademîbûn karîgeria xwe li guherîna civakî dike. Bi domdarî Diyar got, jineolojî ji bo ku têkoşîna azadiyê ya jinê, tecrûbeya wê ya teorîk û bi sazî, bi guherîna civakî bi encam bibe ew kêferatê dikin.

Panêla ku 300 kes lê beşdar bûbû bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû. Di çalakiyê de pirtûkên li ser perwerdehiya alternatîf diyarî nûnerên tevgera jina Kurd kirin.

YAŞAR: ME MÎRATEYA CHE WERGIRT

Piştî panêlê beşdar bi dirûşman çûne ber wê mala ku Che Guevera lê mabû. Di bîranîna salvegera 50’yî a şehîdbûna Guevera de nûnera tevgera Kurd Melîka Yaşar axivî û got, "Em hemû bi çîrokên wî mezin bûn, li çiyayên Kurdistanê navê gerîlayên Guevera û Ernosto hene. Em pê şanaz in ku endamê tevgereke şoreşger ya wiha ne ku mîrateya xwe ji Che Guevera girtine."

LI ZANÎNGEHA SANTA FE JINEOLOJÎ JI BO CIWANAN HATE VEGOTIN

Bernameya 3’yan 18’ê Îlonê li Zanîngeha Santa Fe hate kirin. Bername bi organîzasyona Ciwanên Guevarîst hate çêkirin, piranî jî xwendekarên zanîngê bi sedan kes tevlî panêlê bûn. Li vir jî dîroka geşedana tevgera jina Kurd, guherîna paradîgmayê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê û jineolojî hate vegotin. Pêwendiyeke zêde ji bo vê panêlê hebû, ku caraka pêşî bû Tevgera Jina Kurd çûbû Sante Fe’yê. Piştî panêlê gotebêj hate kirin li ser avakirina tora hevgirtinê ya bi Tevgera Jina Kurd e.