Jineolojî wê tora agahiyê bi jinên Arjantînê ava bike

Li Arjantînê Komîteya Jinan a Piştgiriya Kurdistanê bi sernavê “Ji bo azadiya me paradîgmayeke nû: Jineolojî” ji bo danasîna jineolojiyê rêzeçalakî li dar xistin.

Li Arjantînê Komîteya Jinan a Piştgiriya Kurdistanê bi sernavê “Ji bo azadiya me paradîgmayeke nû: Jineolojî” ji bo danasîna jineolojiyê rêzeçalakî li dar xistin. Li ser navê Komîteya Ewrûpayê ya Jineolojiyê Zîlan Diyar di çalakiyan de axivî.

Komîteyê (Comite de Mujeres en solidaridad con kurdistan) diyar kir ku armanca wan ev e ku xebatên jineolojiyê şênbertir bikin. Komîteyê destnîşan kir ku wan broşura danasîna jineolojiyê bi Îspanyolî jî çap kirine û li bajarên Bûenos Aîres, Rosarîo û Cordobayê hewl didin bi panel û semîneran jineolojiyê bidin nasandin.

ÇALAKIYA PÊŞÎN LI ZANÎNGEHA ROSARÎOYÊ YE

Çalakiya pêşîn di 15’ê Îlonê de li Fakulteya Perwerdehiya Teknîkî ya Zanîngeha Rosarîoyê hate lidarxistin û li vê derê jineolojî hate nasandin.

Di 17’ê Îlonê de jî li Kampa Perwerdehiyê ya Gel hate lidarxistin. Di roja duyemîn a kampê de beşdarên ji welatên Meksîka, Brezîlya, Venezûela, Paragûay, Arjantîn û Şîliyê li ser tecrubeyên li welatên xwe axivîn. Di heman demê de panelek li ser jineolojiyê hate pêşkêşkirin, di panelê de Zîlan Diyar axivî. 300 kes tevlî panelê bûn û panel bi sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

 

LI ZANÎNGEHA SANTA GEYÊ JINEOLOJÎ HATE QALKIRIN

Çalakiya sêyemîn di 18’ê Îlonê de li Zanîngeha Santa Feyê hate kirin. Nêzî 100 xwendekarên zanîngehê beşdarî çalakiyê bûn. Li vê derê dîroka pêşveçûnê ya tevgera jinan, guherandina paradîgmaya di tevgera azadiyê ya Kurdan de û jineolojî hate qalkirin.

Di vê çalakiyê de jî eleqe zêde bû û ji bo avakirina xeta piştgiriyê ya bi tevgera jinên Kurd nîqaş hatin kirin.