Jinên Wanê bûne hedefa AKP'ê!

Hin sazî û komeleyên 'civaka sivîl' ên AKP'î ku beriya hilbijartinên xwecihî ketine nava liv û tevgerê, bi rêya şantaj û gefan li Wanê jinan dikin endamên AKP'ê.

Bi sedan komeleyên bi navê civaka sivîl û alîkariya civakî xwe li Wanê bi rêxistin kirine, ji bo hilbijartinên xwecihî ji AKP'ê re dest bi kar kirine.

Piştî ku saziyên civaka sivîl a demokratîk bi biryarnameyên rejîma AKP'ê re hatin girtin, hejmara komeleyên nêzî hikumetê zêde bûn. Niha jî welatiyan bêyî haya wan jê hebe dikin endamê AKP'ê.

AKP'î ji bo vê armanca xwe jî bi taybetî Îş-Kûrê hewl dide bi kar bîne. Dema ku yek serî li Îş-Kûrê dide, jê re tê gotin, 'biçin gel rêxistina AKP'ê ya bajêr û destûrê bigirin'. Bi vî rengî berê welatiyan didin AKP'ê.

ZEXT LI JINÊN NEÇÛN KONÊ AKP'Ê KIRIN

Yek ji amûrên girîng ên AKP'ê jî Komeleyên Piştgiriyê û Civakê ye. AKP'î bi rêya van komeleyan mîna her hilbijartinê komirê, eşyayên nava malê di bin navê alîkariyê de bertîla hilbijartinê didin. AKP'iyan bi taybetî berê xwe dane jinan.

Jinên AKP'î bi kontrol û parastina hêzên dewletê li taxan konên bi navê 'Çadira Mûhabetê ya Jinên AK'ê vedikin. Ji aliyekî ve li dijî HDP'ê dixebite, li aliyê din jî bi van gotinan gefê li jinên beşdarî civînan nabin dixwin: "Hûn êw nikaribin alîkariya civakî bigirin, wê komir ji we re neyê dayin, hûn ê perîşan bibin." Kesên ku serî li saziyên civaka sivîl û saziyên alîkariya civakî didin, bi rengekî veşartî wan dikin endamên AKP'ê.

KARABÛLAK: POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê YÊN DIJMINATIYA LI JINAN DEWAM DIKIN

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak diyar kir ku AKP'ê ji niha ve dest bi hîleyên hilbijartinê kiriye û got, komeleyên AKP'î bi taybetî weke mekanîzmayeke zextê xistine dewrê.

Karabûlak diyar kir, komeleyên bi vî rengî hemû derfetên dewletê bi kar tînin û got, "Mejiyê AKP'ê mejiyekî dijminatiya li jinan e ku li dijî sîstema me ya hevserokatiyê, qeyûm bi cih kiriye. AKP û dûvikên wê niha dîsa dixwazin ji jinan deng bigirin. Em hişyariyê didin hemû jinan ku xwe ji van sazî û rêxistinan vegirin."

WAN BI SAZIYÊN ÎSLAMÎ YÊN TUND DAGIRT

Li Wanê 764 komele hene ku bi rengekî çalak dixebitin. Komeleyên ku dema dawî hejmara wan li Wanê zêde bûne, yên nêzî AKP'ê ne. Piştî ku sazî û rêxistinên demokratîk di dema Rewşa Awarte de hatin rakirin, hikumeta AKP'ê hewl dide bi Îslamiyên radîkal û saziyên xwe yên civaka sivîl vê valahiyê dagire."