Jinên Tîrêjên Rojê li 3 bajaran nîjatperestên Tirk kire hedef

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê bersiv da êrîşên li ser Kurdan û li Stenbol, Kirklarelî û Kocaeliyê nîjatperestên Tirk kire hedefa çalakiyen xwe.

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê di daxuyaniyê de got yekîneyên wan li dijî êrîşên li ser Kudan çalakî kirine û heta ku êrîş berdewam bin ew ê hesab bipirsin.

Insîyatîvê ragihand 26'ê Tîrmehê yekîneyên wan li Stenbol Buyukçekmeceyê 4 lotekeyên nîjatperestên Tirk dane ber êgir, 27'ê Tîrmehê li Kirklarelî Luleburgazê restoraneke du qatî ya nîjatperest û 'tecawizkaran' dane ber êgir û kirine xwelî.

Her wiha hate gotin 28'ê Tîrmehêj î li Kocaelî Çayirogvayê TIR'eke tekstîlê ya Ocaxên Osmanî hatiye şewitandin û nîjatperestê Tirk ê di TIR'ê de hatiye cezakirin.