Jinên Tîrejên Rojê çalakiyên 15'ê Tebaxê

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand wan ji bo salvegera 15'ê Tebaxê de wan gelek çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em şehîdên leheng ên ku pêngava vejînê ya 15'ê Tebaxê de afirandine, di şexsê fermandarê efsanewî Egîd de bi bîr tînin.''

Insîyatîvê got, ''Rastiya Rêber Apo û têkoşîna PKK'ê heye ku hevsengên Rojhilata Navîn û cîhanê guherandine.''

Insîyatîvê derheqê çalakiyên ku kirine jî wiha got:

''9'ê Tebaxê li Bayrampaşa ya Stenbolê yekîneyên me yên jin ên ciwan li dijî depoyeke tekstîlê û wesayîteke lûks ya AKP'ê û hevkarê wan ê barbar ê DAÎŞ'ê çalakiyek kirine. Di encama çalakiyê de depo û wesayît hatiye rûxandin.

9'ê Tebaxê li Pendîkê ya Stenbolê ji hêla yekîneyên me yên ve li dijî 3 wesayîtên faşîst hatin şewitandin.Pêşî bi teqemeniyên destan li dijî wesayîtan çalakî hatiye kirin û piştre wesayît hatiye şewitandin.

10'ê Tebaxê li Mecîdîyekoyê ya Stenbolê du wesayîtên faşîstan ji hêla yekîneyên me ve hatine şewitandin û rûxandin.

11'ê Tebaxê li Kuçukcekmece ya Stenbolê di navbeyna Halkali Gebze pankarteke bi bombe bi Marmarayê ve hate kirin û kolana sereke pêlekê li trafîkê hate girtin. Polîsên faşîst ku hatin cihê bûyerê li derdorê reşandin.

13'ê Tebaxê li taxa Kanarya ya Kuçukcekmeke a Stenbolê li dijî qereqola polîsan bi bombeyên bi destan çalakî hate kirin. Li qereqolê bi teqînan gelek tevlîhevî çêbû û reviyan. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi sax û silamet ji cihê bûyerê vekişiya. Têkildarî vê çalakiyê dîmen û daxuyaniya berfireh ji hêla insîyatîva me ve wê were parvekirin.''

Insîyatîvê her wiha got ew 15'ê Tebaxê cejna vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, gelê Kurd pîroz dikin û bang kiri nku bi giyanê 15'ê Tebaxê têkoşîn were geşkirin.