Jinên Swîsreyî piştî 28 salan dikevin greva mezin

Jinên Swîsreyî xwe amade dikin ku bi daxwaza mûçeyê wekhev piştî 28 salan bikevin greva mezin. Li gelemperiya Swîsreyê wê jin 14'ê Hezîranê neçin kar.

Piştî ku wekheviya navbera zayendan di Destûra Bingehîn de hate bicihkirin bi 10 salan, nêzî nîv milyon jin 14'ê Hezîrana 1991'ê li dijî newekheviyê daketin qadan.

Piştî 28 salan jinên Swîsreyî li gorî mêran 20 ji sedî kêmtir mûçeyan werdigirin.

Di pîşeyên şert û mercên wekhev de jî bi rêjeya 8 ji sedî mûçeyên jinan ji yên mêran kêmtir e.

Piştî grevên mezin ên jinan ên li Spanya, Îzlanda û Belçîkayê, jinên Swîsreyî jî ji bo wergirtina mafên xwe wê bi dirûşma 'Hîn bêhtir dem, hîn bêhtir mûçe û hurmet' 14'ê Hezîranê bikevin greva giştî.

Jin wê daxwaza wekheviya mûçeyan, diyarkirina mûçeyê kêmtirîn û pêşîgirtina li tundiya zayendî bikin.