Jinên Saratovî wê li dijî dijwariyê rawestin
Jinên Saratovî wê li dijî dijwariyê rawestin
Jinên Saratovî wê li dijî dijwariyê rawestin
Jinên Kurd ên li Saratovê konferans lidar xistin, wê giraniyê bidin xebatên perwerdekirina li dijî dijwariyê.
Jinên Kurd ên li bajarê Rûsya Saratovê dijîn, di 2. Konferansa Jinan de hatin cem hev.
Konferansa ku li 17. salvegera jidest dayîna jiyana milîtana PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) rast hat, bi beşdariya 50 delegeyên ji herêmên cûda yên Saratovê pêk hat.
Konferans bi dirûşma "Her tişt ji bo azadiya Rêber Apo" hat lidarxistin û berhevkariyek ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser têkoşîna azadiya jinê, hat pêşkêşkirin.
Di konferansê de her weha li axaftina bi vîdeo ya Endama Koordînasyona PAJK'ê Sozdar Avesta hat guhdarî û temaşekirin.
Asîmîlasyon, otoasîmîlasyon, zewaca di temenê biçûk de û dijwariya li hemberî jinê, mijarên bingehîn ên rojeva konferansê bûn.
Di konferansê de biryar hat dayîn, kampanya "Ji Qirkirina Jinê re Na", perwerdekirina jinê li dijî dijwariyê û xebatên zanekirina jinên ciwan, werin xurtkirin.
Konferans, bi stranên ji bo têkoşerên di rêya azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hatine nivîsandin, bi dawî bû.