Jinên Rojavayî Bêrîtan bibîr anîn

Jinên Rojavayî Bêrîtan bibîr anîn

Têkoşera Kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li Kobanê, Girkê Legê, Hesekê û Dêrikê ji aliyê jinan ve hate bibîranîn.

KOBANÊ: Rêxistina Yekîtiya Star a Kobanê bi armanca bîranîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) civîna jinan lidar xist. Endama Yekîtiya Star Roza Tolhildan di civînê de axivî û bal kişand ser berxwedana Bêrîtan û ev tişt got: "Em bejna xwe li ber bîranîna Şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên têkoşîna azadiya gelê kurd ditewînin. Bêrîtan ji bo hemû jinên Kurdistanê bûye mînaka têkoşîn û berxwedanê. Ji 21 salan ve jinên Kurd li ser xeta Bêrîtan a li dijî xiyanetê serê xwe hildaye û bê navber têkoşînê dimeşîne."

HESEKÊ: Bi heman armancê  Tevgera Jinên Ciwan ên Şorşger li Hesekê bi beşdariya dehan jinan li ser jiyana Bêrîtan sînevîzyonek pêşkêş kir. Beriya sînevîzyon bê pêşkêşkirin li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Necah Dawid axivî û diyar kir ku gelê Kurd yek ji sembolên têkoşera Kurdan bibîr tîne. Necah Dawud destnîşan kir ku heta serketinê dê li ser xeta Bêrîtan bimeşin.

Piştî axaftinê sînevîzyon hate pêşkêşkirin. Dokûmantera li ser jiyana Bêrîtan jî li pêwendiyeke mezin rast hat.

DÊRIK: Bi heman armancê Tevgera Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger Dêrikê civîna jinan lidar xist. Civîn bi beşdariya dehan jinên ji herêma Koçerat û  Beravê li navend Şehîd Bawer bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Desteya Rêveber a Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Canfîda Bêrîtan axivî û da zanîn ku îro xeta Bêrîtan ji aliyê hezaran jinên ciwan ên kurd tê şopandin. Bêrîtan destnîşan kir ku ew ê jî mîna Bêrîtan li dijî îxanetê asta tekoşîna xwe bilind bikin. Di civînê de li ser navê Yekîtiya Star Henîfa Hisên axivî û dîroka tekoşîna rêveber û tekoşer jina Bêrîtan bibîr anî.

GIRKÊ LEGÊ: Rêxistina Yekîtiya Star a Girkê Legê bi beşdariya dehan jinên ji Rimêlan û Girkê Legê civîna jinan lidarxistin. Civîn li navenda Tevgera Ciwanên Şorşger bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Yekîtiya Star Esma Murad axivî û diyar kir ku jinên kurd di nava tekoşîna azadiyê de li dijî îxanetê gelek fedekarî kiriye.  Esma Murad destnîşan kir ku bi sedan jinên kurd li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan têkoşiyan û canê xwe fedakirin.Esma Murad destnînşan kir ku jinên Rojava îro heman xetê dewam dikin.

Civîn bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.